19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em çawa tenduristiya dilê xwe biparêzin

Wekî tê zanîn li seranserê cîhanê yek ji nexweşiyên ku ji ber wê herî zêde mirov jiyana xwe ji dest didin nexweşiyên dil e.  Mirov dikare bi hin guhertinên biçûk ên di pergala xwarina xwe de pêşî li gelek nexweşiyên dil bigire. Li gorî pisporê xurekan Ryan Fernando van guhertinên di adetên me yên xurekan de bi 5 guhertinên jêhatî bi nav dike û wiha rêz dike.

Ya yekem em li şûna rûn û nîvişk zeytê bikar bînin, ji ber ku em wiha dikarin pêşî li zêdebûna rêjeya korustrolê ya zêde û ji bo tenduristiyê bi zirar bigirin. Ya herî baş jî guhertina rûn bi zeyta zeytûnane. Di encamê de talukeyên nexweşiyên dil kêmtir dibe.

Ya duyemîn li şûna libên qeşartî û şikandî bikaranîna libê genim ya sax ku tevî kapek/kelpik ango qaşilên xwe tê xwarin. Wiha emê pêşî li kêmbûna lîfên laşê xwe bigirin.

Ya sêyem li şûna bûza û dondurmayên bi şekir bikarnîna fêkiyan. Mirov dikare ji fêkiyan şêraniyên xweş çêbike bêyî ku şekir bikar bîne.

Ya çaremîn li şûna kartolên qelandî em çerez, fêkiyên hişkirî bixun û dawî jî li şûna vaxwarinên alkol em ava fêkiyan vexun. Bi van 5 gavên çalak em dikarin dilê xwe biparêzin û wî ji gelek nexweşiyên dil biparêzin.