19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê bêdeng nebin

Malbatên girtiyên nexweş serdana EMEP’ê û Partiya DEVA kirin. Malbatan anîn ziman ku girtiyên nexweş ne tenê pirsgirêka gelê kurd e, her wiha pirsgirêka hemû gelê Tirkiyeyê ye û wiha gotin: “Îqtîdar bi êşên malbatan kêfxweş dibin û li ser wan siyasetê dike.”

Malbatên girtiyên nexweş ku di 4’ê Çile de ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, îro serdana EMEP û Partiya DEWA kirin. Malbatên girtiyên nexweş ewil serdana Navenda Giştî ya EMEP’ê kir. Li gel malbatan Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede jî tev li serdanê bû. Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û rêveberên EMEP’ê malbat pêşwazî kirin. Di serdanê de li ser navê malbatan Xwişka Abdulselam Guler Înci Guler, anî ziman ku rewşa birayê wê xerab e û wiha got: Li ber çavê me destê wî kelepçe kirin û birin nexweşxaneyê. 28 sal in girtî ye. Em nikarin vê êşê rakin. Li girtîgehan rewşa girtiyan pir xerab e.

Keça Abdul Halîm Kirtay Herdem Mervanî jî anî ziman ku bavê wê herî dawî telefonî wan kiriye û gotiye ‘Dibe hun di nava vê hefteyê agahiya mirina min bibhîzin. Ji her tiştî re amade bin. Em cend caran li girîgehê geriyan agahiyên nakok dan me. Bavê min 30 sal in girtî ye. Lê em dizanin ku dê îenfaza wî xera bikin. Ev li dijî wîcdan û mafên mirovan e. Em çareseriyê dixwazin.”

Malbatan serdana DEVA’yê jî kirin

Malbatên girtiyên nexweş li gel Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umit Dede serdana DEVA’yê kirin. Parlamenterê DEVA’yê Mustafa Yeneroglu û rêveberê DEVA’yê malbat pêşwazî kir.

Li vir jî keça Abdul Halîm Kirtay Herdem Mervan jî anî ziman ku bavê wê 30 salin girtî ye û 5 salin girtiyê nexweş e û wiha got: “Di vê pêvajoya nexweşiyê de ji ber malbat nikarin biçim cem girtiyan malbat jî têne cezakirin. Sedema hatina me ya vir em dixwazin girtiyên nexweş û înfaza wan şewitiye serbest bêne berdan.

Bavê Civan Boltan Hakki Botan  jî bertekên xwe nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Bi êşa me kêfxweş dibin. Îqtîdar li ser êşên me siyasetê dikin. Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin.