25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê bi ser bikevin’

Malbatna Şenyaşar 132 roj in nobeta “Edaletê digirin. Malbata Şenyaşar bi biryar û israr in heta ku edaletê bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta niha gelek caran hatin binçavkirin, lê dest ji çalakiya xwe bernedan. Tevî hemû astengiyan berxwedan û lêgerîna edaletê berdewam dikin. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe berdewam kirin.

‘Xwendekarên Bogazîçî û wekîl bi ser ketin em ê jî bi ser bikevin’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê twîtterê peyam parvekirin û gotin: “Berxwedana Bogazîçiyê bi ser ket. Wekîlên gel bi ser ketin. Mafdar û biryardar bi ser ketin. Dinya hemû dizane ku malbata Şenyaşar jî mafdar e. Doza malbata Şenyaşar doza rûmetê ya her kesî ye. Helbet dê têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdestan jî bi ser bikeve.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşa AKP’îyan de bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ferît û Fadil Şenyaşar ji bûyerê rizgar bûn. Fadil ji 2018’an ve girtî ye. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo edaletê 132 roj in nobeta “Edaletê” digirin.