spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê dev ji doza xwe ya heq bernedin’

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê di roja 58’yemîn de didomîne.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 58 roj in nobetê digirin. Nobeta malbatê ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya koronayê li malê didome.

Li ser hesabên malbatê yên medyaya civakî wiha hat nivîsîn: “Yên pêşeroj, xeyal û jiyana me ji me standin, niha bên parastin jî kengî hebe wê li ber darazê hesab bidin. Em ê dev ji doza xwe ya heq bernedin. Em ê hiş nebin.”

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 51 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne.

RIHA