spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê her tim dengê xwe bilind bikin’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, bertek nîşanî astengiya polîsan a li dijî vekirina pankarta jinên hatine qetilkirin da û wiha got: “Me heta niha li ber xwe da û em ê her tim dengê xwe bilind bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî xwestin pankarta ku wêneyên jinên hatine qetilkirin bi Birca Keçikan de daliqînin. Lê polîsan bi hinceta navê TJA li ser heye destûr nedan ku pankartê vekin.  Piştî astengiya polîsan Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel anî ziman ku xwestin di şexsê Denîz Poyraz de hemû jinên hatine qetilkirin bibîr bînin û wiha got: “Lê em carek din rastî hişmendiya desthilatdariya mêr hatin. Em jin hezar sal in li dijî feraseta dewleta mêrane têdikoşin. Qetilkirina jinan, tacîz û tecawiza jinan polîtîk e. Ya li pişt tacîz, tecawiz û qetilkirina jinan dewlet e. Dixwazin têkoşîna jinan asteng bikin. Jinên ku doza mafên xwe dikin 30 sal ceza li wan dibirin. Em îro çawa dengê xwe bilind dikin em ê her tim dengê xwe bilind bikin.”

Piştî axaftina Semra Guzel, bi awayekî temsîlî navê jinên hatine qetilkirin yek bi yek hatin xwendin. Jin piştre rûniştin û piştî rûniştinê çalakiya xwe bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî’ bi dawî kirin.”