spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê her tim têbikoşin’

Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî binçavkirin û zextên li ser komaleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku Seroka Komeleyê Adalet Kaya axivî de, endam û rêveberên komeleyê û gelek nûnerên rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn.

Adalet Kaya ragihand ku polîsan bi ser komeleya wan û malên gelek jinan de girtine û wiha got: “22’yê Gulana 2020’an û vir ve hem li ser komeleya me hem jî li ser têkoşîna jinan li Amedê êrişên ku gihîştine asta tacîza darazê tên kirin. Di van êrişan de hema bêja ji her jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih digire re dosyayeke lêpirsînê vekirine.”

‘Bi van êrîşan komeleyê îllegalîze dikin’

Kaya destnîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosayê têkoşîna azadiyê ya jinan bi rê ve dibe û wiha berdewam kir: “Em weke Komeleya Jinan a Rosayê li dijî qirqirina jinê têkoşînekê bi rêve dibin. Me li dijî tacîz, tecawiz, di temenê biçûk de bi darê zorê zewicandinê, betalkirina Peymana Stenbolê, desteserkirina mafê nafaqê hin çalakî li dar xistin. Ev hemû di dosyayên me yên niha em jê tên darizandin de hene. Gelek ji wan hevalên jin ên îro hatin binçavkirin jî ji ber van çalakiyan hatin binçavkirin. Dixwazin bi van êrişan komeleya me îllegalîze bikin. Em li dijî van êrişan êdî pir bi hêrs in. Ev hêrs wê me zêdetir bi rêxistin bike û wê gavên bi hêztir bi me bide avêtin.”

 ‘Em dev ji daxwaza azadiyê bernadin’

Seroka komelayê Kaya da zanîn ku wê jin li dijî van êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê tu car dest ji daxwaza maf û edaletê bernedin. Ev hişmendiya ku îro Gulistan Dokû nedîtî, di mijara têkoşîna jinan de bi awayekî rihet dikare tevbigere. Li dijî vê neheqiyê wê gotina me û dengê me bêtir derkeve. Em tû car dest ji daxwaza xwe ya azadî, wekhevî, aştî û edaletê bernedin û ji xebatên xwe paşve nemînin.”

Li dijî biryara Peymana Stenbolê

Kaya anî ziman ku armanca serdegirtina komeleyê çalakiya wan a di 10’ê Nîsanê de li dijî biryara Peymana Stenbolê paş ve were ye û wê çalakiya xwe bi awayekî xurt pêk bînin.

Berteka TJA’yê

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê bi armanca şermezarkirina serdegirtina saziyên jinan û binçavkirina jinan de li Avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran tev li daxuyaniyê bûn.

‘Em ê tekoşîna xwe li qadan bidomînin’

Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku desthilat ji têkoşînan jinan ditirse û wiha got: “Hûn çiqas êrîş dikin bikin dê jin dawî li pêkanînên we yên antî demokratîk bînin. Em ê bi gotinan parastina herî mezin rêxistibûna me ye têkoşîna xwe ya li qadê bidomînin.”

Polîtikayên dijminê jinan

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Rezanê Sumeyye Kîrîcî jî destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan bi her awayî êrîş dikin û wiha got: “Tişta ku bi binçavkirinan tê xwestin bê kirin kelemçekirina vîn û têkoşîna jinan e. Weke jin me tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û em dev jê bernedin. Em ê her tim têbikoşin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê