spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê hesab bipirsin’

Komeleya Jinan a Starê û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, der barê mirina bi gûman a Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandrayê dima û îşkence lê hatibû kirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dan. Endamên Meclisa Platforma Şaxan a Wanê ya KESK, TJA, Komîsyona Şaxa OHD a Wanê, Endamên HDP û Meclisa Jinan a Wanê tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê Parêzer Jiyan Ozkaplan der barê mirina bi gûman a Garîbe Gezer de bertekên xwe anî ziman û got: “Heta ku heqîqet derkeve holê, kujer bên darizandin, cezayê herî giran li wan bê birin û edalet pêk bê, em li vir in û em ê hesap ji hemûyan bipirsin.”

 Îşkence lê hatibû kirin

Ozkaplan destnîşan kir ku Garîbe daxwazkiriye wê bişînin hucreya 3 kes lê hene, lê bi biryara rêveberiya girtîgehê di hucreya yek kesî de hatiye  girtin û wiha got: “Dema ku ew birine hucreya yek kesî Garîbe ev rewş şermezar kiriye. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku rewş şermezar kiriye ew nîvtazî kirine û kaş kirine. Bi wî şiklî birine odeya bi sunger. Li girtîgeha Kandirayê tundiya derûnî û fizîkê lê kirine. Garîbe ji ber ku ev rewş ji parêzer û malbata xwe re vegotiye careke din rêvberiya girtîgehê ceza lê biriye û ew avêtine hucreyê. Garîbe di 9’ê Kanûnê roja pêncşemê li hucera ku lê hatibû cezakirin mirî hatiye dîtin.”

‘Em ê hesap biprsin’

Jiyan Ozkanpan xwest der barê kesên berpirsiyar de lêpirsîn bê destpêkirin û got, “Li girtîgehê Garîbe Gezer li derve jî Denîz Poyraz qetil kirin. Em li vir in û em ê hesap ji wan biprsin. Divê her kes bizanibe ku wê rûmeta mirovahiyê dawî li îşkenceyê bîne.”