spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê paşerojê bi hev re ava bikin

Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê civînek li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Mehmet Kamaç, endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar, Alîkarê Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Cemal Sati, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (KDP-Bakur) Sertaç Bûcak, endamê Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Nûsrettîn Maçîn û Necdet Îpekyuz beşdarî civînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyaniya hevpar da û anî ziman ku ji bo danûstandinan li ser deklarasyona HDP’ê ya 27’ê îlonê eşkere kir pêk bînin, bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re li hev civiyan e. Sancar anî ziman, bi deklarasyona ku weşandin re ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û lezgîn ên welêt, dest bi pêvajoya diyalogê û danûstandinan kirine. Sancar, diyar kir ku dema hemû beşên civakê tev li danûstandinê dibin, watedar dibe û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkên me bi vî rengî dibe. Tifaqa aştî û demokrasiyê ya ku em hewl didin ava bikin, bi taybetî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê ji xwe re dike armanc. Ji ber ku pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê di zikhev de ne. Bi vê armancê hem li herêma kurdan hem jî li tevahiya Tirkiyeyê dixwazin tifaqekê pêş bixin. “