24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê wek Hevrîn Xelef azadiya jinan û welatê xwe biparêzin’

Di meha cotmehê de li dijî siyasetmedarên kurd gelek êrîş û sûîqast hatin kirin. Wekî berdewama komployê êrîş hatin kirin. Di 12’ê cotmeha 2019’an de jî bi awayeke plankirî û hovane li dijî siyasetmedar û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef êrîş pêk hat. Di vê êrîşê de Hevrîn Xelef, ajokarê erebeyê û alîkarê Xelef hatin qetilkirin.

Der barê salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef de Dayika Hevrîn Xelef Sûad Mistefa diyar kir ku Hevrîn bi aştiyê bawer bû û hewldanên wê ji bo şerê di welat de bi dawî bibe, bûn û wiha got: “Erdogan û partiya wî ji şehîdxistina Hevrîna ku îradeya jinan bû berpirsiyar e. DYA ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekişiye jî baş dizanin ku keça min li ku û çawa hat şehîdxistin. Lê çavên xwe ji vê sûcê hovane re digirin. Amerîka dikarîbû sûcên dewleta tirk ên li dijî Sûriyeyê li herêmê qedexe bikira. Demokrasî û parastina mafên mirovan ebayeke ku Ewropa xwe pê serbilind dibîne. Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin. Ne NY’yê ne rêxistinên mafên mirovan ne dadgehên Ewropayê heta niha tiştek nekirine, sedem jî aşkera ye; ew jî berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hene.”

‘Em ê bi kar û xebatên xwe bibin bersiv’

Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya herêma Efrînê Ferîde Îbo jî da zanîn ku di her meha cotmehê de êrîşên cuda li ser kurdan pêk tên û ev tişt anî ziman: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi rêya komploya navdewletî Rêber Apo hedef hat girtin. Ev komplo heta vê rojê bi destên dewleta tirk û çeteyên wê didome. Êrîşa ku li ser Hevrîn Xelef hat kirin jî berdewama komployê ye. Dewlet tirk dixwaze gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd tune bike. Di qetilkirina Hevrîn Xelef de hovîtiya Erdogan baş xuya dike.”

 Ferîde Îbo diyar kir ku dewleta tirk bi kîndarî êrîşî kurdan dike û wiha got: “Siyasetmedarên jin di bin hedefa dewleta tirk û çeteyên wê de ji ber ku ew ji jinên pêşeng ditirsin. Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde, Zehra, Emîne û Hebûn jî jinên pêşeng bûn û bûn hedefa dewleta tirk. Em di roja bîranîna şehîd Hevrîn Xelef de hemû pakrewanên azadiyê, mirovatiyê û wekheviyê bi bîr tînin. Em soza xwe ji pakrewanên xwe re carek din nû dikin û li hember kiryarên dewleta tirk xeta berxwedanê mezin dikin. Em ê bi kar û xebatên xwe ji dijminê xwe re bibin bersiv û armancên hevalên xwe yên şehîd ketine pêk bînin. Em ê wek Hevrîn Xelef azadiya jinan û welatê xwe biparêzin.”