18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em Kakeyî ne’ û ‘Nîgarekanî Şamaran’ hatin nasandin

Li Helebçeyê bi merasîmekê pirtûkên wêneyan ên bi navê ‘Em Kakeyî ne’ û ‘Nîgarekanî Şamaran’ ên ji aliyê Rustem Resûl Axale ve hatine amadekirin, hatin pêşandan.

Di saetên êvarê de li Hola Merasîman a Kakeyiyan a Helebçeyê, bi amadebûna rewşenbîr û kesayetên Kakeyî Rustem Resûl Axale pirtûkên xwe yên wêneyan ‘Em Kakeyî ne’ û ‘Nîgarekanî Şamaran’ da nasandin.

Pirtûka ‘Em Kakeyî ne’ ji 157 rûpelan pêk tê, 125 rûpelên pirtûkê ji wêneyên kakeyiyan pêk tê beşa din jî kurtedîroka kakeyiyan hatiye nivîsandin.

Ji hemû deverên ku kakeyî lê dijîn, wêne hatine kişandin û di pirtûkê de hatine bicihkirin.

Di pirtûka bi navê ‘Nîgarekanî Şamaran’ de jî ji tabloyên ku Rustem Resûl Axale di nav 10 salan de çêkirine, cih digrin.

Rustem Resûl Axale der barê pirtûkên xwe de got, “Ev pirtûk karekî civaknasiyê ye û wê bibe pênaseyek ji bo pêkhateya kakeyî, her wiha wê bibe sîma û reftarek ji bo gelê kurd bi giştî. Armanca min a van pirtûkê nasandina kakeyiyan e.” HELEBÇE