24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em ne êzidiyên berê ne, em xwedî hêz û rêxistin in

Di 23’yê tîrmehê de 4’emîn kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk hat. Nûnerên civaka êzidî, pêkhateyên ereb, kurmancên sûnî, mesîhî û şîe jî di kongreyê de amade bûn. Ji ber pêkhateyên cuda jî tev li kongreyê bûn, hejmara endamên rêveberiya meclisê ji 73 kesan derket 111 kesî. Li gorî bandor û şêniyên pêkhateyan kota ji van pêkhateyên cuda yên derveyî êzidiyan re jî hate veqetandin. Li gel sîstema hevserokatiyê di derdora sedî 40’î de jin di rêveberiyê de cih digirin.

Piştî kongreyê Cîgirê Hevserokê Meclisa Demokratîk a Şengalê Heso Brahîm, diyar kir ku ji ber êzidî bê parastin û bê rexistin bûn fermana 3’ê tebaxa 2014’an bi serê wan de hat û wiha got: “Miletekî bêparastin û bêrêxistin, teqez wê bibe hedefa dijmin. Niha em nêzî salvegera fermanê dibin. Xwişkên me hêj li bazaran tên firotin. Divê em dersekê ji vê yekê derxin. Meclisa Rêveberiya Xweser di sala 2015’an de hat avakirin. Me ji meclisa avaker îro xwe gîhandiye meclîsa xweseriyê. Me kongre pêk anî. Eger ku em îro kongreye pêk bînin em bûne xwediyê rêveberî, rêxistin û hêzek. Eger êzidî xwe bi xwe, xwe bi rê ve nebin, êzidî nikarin bijîn. Ji ber ku hawîrdorê me mîna guran e.”

Heso Brahîm, qala xwebirêvebirinê kir û wiha axivî: “Gelek aliyên rêvebirinê hene. Yek xwe parastin e. Îro YBŞ û YJŞ parastina derdora Şengalê dikin. Asayişa Êzidxanê di nava şengalê de parastinê dike. Em xwe diparêzin û xwe bi rêve dibin. Ya din di şaredariyê de, di her aliyî de xizmetê dikin. Xizmeta rê û kareba dikin. Xwe bi xwe xizmeta xwe dikin. Dîsa aliyê siyasî wekî Meclîsa Rêveberiya Xweser heye. Meclîs ji hemû saziyan pêk tê. Ji hêzên leşkerî, siyasî, çandî, dînî û aborî pêk tê. Di hemû aliyan de tu xwe bi xwe bi rê ve dibî.”

Şengal êdî nabêje ‘Ez xulam’

Heso Brahîm, têkildarî helwesta dijminê xwe jî wiha got: “Dijmin lê dinere ku îro Şengal ne mohtacî derve ye. Şengal ji hêza derve re nabêje “Ez benî”, “Ez xulam” dijmin ji ber vê rewşê har û dîn dibe. Ji ber vê yekê bi heft hêzan êrîşî Şengalê dikin. Gotegotan li ser Şengalê dibêjin. Dibêjin Şengal ne aram e, ne ewle ye. Dema tu bi hêz bî hesabê te dike. Lê dema tu ne bi hêz bî dijmin hesabê te jî nake. Em armanc dikin ku Şengal bi her aliyî ve xweser bijî. Bi awayekî demokratîk û bi rengê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Rast e li Şengalê piranî êzidî ne, Lê baweriyên din jî hene. Em rêzê ji hemû baweriyan digirin. Baweriyên din şekî, şîa, sunî û yên din nûnerên xwe şandin û nûnertiyên wan di rêveberiyê de cih girt.”

Em êzidî ne yên beriya 2014’an in

Heso Brahîm li ser hêza êzidiyan a niha jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Em êzidî xwedî hêz û rêxistin in. Em ne ew êzidiyên berî 2014’an in. Meclisa Rêveberiya Xweser dê ji bo gelê Şengalê bibe mînak. Wê di her aliyî de bibe bersiv. Wê bibe meclisa hesabxwestina pêvajoya beriya 2014’an. Meclis dê hesab ji wan hêz û kesên bûne sedema fermana li dijî êzidiyan, bipirse. Dê bibe meclisa hesabpirsînê. Wê wan însanan bibe dadgehan û hesab ji wan bixwaze. Em xwedî maf in û em doza mafê xwe dikin. Em tiştekî li dijî zagonan naxwazin. Em ter û hişk bi hevre naşewitînin. Em rêzê ji pêkhateyên din ên wekî mesîhî, sunî, şiî û ereb re digirin. Kesên ketibin xwîna êzidiyan ew tu carî nayên efûkirin. Sed sal derbas bibe jî em ê hesabê wê bipirsin. Hatina pêkhateyan a nava meclisê peyama ‘em ne li dijî dînên din in. Ev peyama jiyana hevpar e. Em nabêjin hemû ereb DAIŞ in, lê em nabêjin hemû ereb paqij in jî.”

Çima miletê me çûye?

Heso Brahîm, li ser vegera gele Şengalê jî wiha axivî: “Beriya em bibejin bila miletê me li Şengalê vegere, em dipirsin. Em dibêjin: ‘Çima miletê me çûye? Miletê me ne ji ber kêfxweşî û seyranê çûn. Ji ber zilm û zorê neçar man çûn di nava şertên zor de dijîn. Li wan kampên lê dijîn jî di bin zext û zordariyê de ye.’ Wekî rêveberiya xweser bi dehan caran me bang kir û em dîsa bang dikin. Niha siyasetek li dijî Şengalê tê meşandin. Wekî cihekî xerab ne ewle û nayê jiyîn nîşan didin. Bi vê yekê tirsekê çêdikin ku yên koç kirine dîsa venegerin. Wekî rêveberiya xweser ji bo miletê me vegere em ji her tiştî re amade ne. Ev miletê me ye. Divê em xizmeta wan bikin. Ev erka me ye.”

Bang

Brahîm, herî dawî bang li parazvanên mafên mirovan kir û wiha bi dawî kir: “Em bang li her kesên ku dibêjin em parazvanên mafên mirovan û demokrat in dikin. Divê vê zilma tê sere miletê me qebûl nekin. Sê beşên ku koç kirine û di kampan de dijîn eger ev metirsî û gef ji ser wan bê rakirin dê vegerin Şengalê. Kesên ku îro li kampan dijîn êzidî ne. Ne bi serê xwe ne. Em ji van kampan re dibêjin zindanên servekirî. Kengî miletê me berê xwe didin Şengalê, an Şengalê bombe dikin, an jî wekî tifaqa 9’ê Cotmehê bi Iraqê re peyman îmze dikin û rê li pêş hatina wan digirin. Miletê me wekî êsîr bi kar tînin. Çawa DAIŞê miletê me ji bo xwe kiriye mertalên zindî wan jî kirin mertal. Çawa di saetekê de 400 çadirên kampê şewitîn. Ji bo wan bitirsînin wisa dikin.”

Navenda Nûçeyan