25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em te ji bîr nakin kewa gozel 

Veysî Varli

Hin tişt hene mirov zane lê bîne ziman derdek e, neyne ziman jî derdekî hêj mezintir e; Eyşe Şan ji bo min ev e.

Di warê stranbêjiyê de Eyşe şan xwedî gewrî û pergala dengê kurdî bû. Di warê gotina stranan de gelek delal û hêja pergala dengê muzîka kurdî ya oktavek ji 17 navberê ne wek hev pêk tê û ritmên muzîka kurdî bi kar tîne ku ruhê xwe ji grî, coş (govend), kar û şer digire. Di warê hunermendiya muzîkê de gelek hêja û delal e.

Ez dixwazim du bîranînên der barê Eyşe Şanê de bi were parve bikim. Ya yekem min bixwe ji Husnu Îpekçî bihîst.

Husnu Îpekçî li amedê li taxa derê Mêrdînê li xeraja kamyonan, dikanek lastîkên wesaîtan vekiriye. Rojek li qehwexanê li ber derî rûniştî ye, jineke bir xweşik di ber re derbas dibe û Husnu ji tolaziya xwe bi tirkî gotin davêje jinê û dibêje: “Gozleri fetandir, kaşlari aldi benî. Tukendi sabrî qararim kalkarsam operim seni // Çavê wê dilrevîn e, birûyên wê dil ji min girt. Êdî nema sebr û taqeta min, ez rabim ez ê te maç bikim.”  Jin erênî yan neyînî tu bertek nîşan nade û derbas dibe diçe. 3 roj şûn de ew jin û xortek pê re tên dikana Husnu Îpekçî. Husnu ditirse û nizane çi bike. Jin tê ji Husnu re dibêje Husnu îpekçî tu yî. Husnu dibêje erê. Jin didomîne û dibêje: “Li gor gotinbêjan tu li Cemiyeta Muzîkjenan dimînî û karê muzîkê jî dikî.” Husnu dibê erê. Li ser vê bersivê jin dibêje tu dikarî dersa muzîkê bide min jî. Ew jin Eyşe Şan e û şeş mehan Husnu Îpekçî dersa muzîkê li mala xwe ya li hember dibistana Ziya Gokalp dersa muzîkê dide Eyşe Şanê.

Wê demê li Amedê du beş muzîkjen hebûn. Beşa yekê, li pavyonan stran digotin û yên jin di heman demê de ji maseyên serxoşan re xizmet dikirin. Beşa duduyan jî yên bi navê cemiyetê xebat dikirin û herî zêde di qonaxên wekî Saman (Gazî Koşkî), Cemîl Paşa de şevbuhêrkan de cih digirtin. Ji ber ku Eyşe Şan jin bû, bi destên hin kesan dixwestin wê li pavyonê pê stranan bidin gotin, lê ji ber malbeta wê ev pêk nehat. Kesê ku bi navê Avdilah Naîl BAYSÛ bi deng û sewta Eyşeşanê hay dibe û wê ji Amedê dibe Dîlokê (Entab) du salan li vir dimîne. Li radyoya heremî û li ser hin dikên wekî xazinoyan stranbêjiyê dike.

Zagona 1960’î hinek derfet daye ku stran bi kurdî werin gotin. Kesên wekî Mahmûd Qizil, Şûkrî Îzol û wekî din gelek kesan bi stranên kurdî plaxan amade kirine. Di sala 1963’yan de li Stenbolê şîrketa plaxan a bi navê Sahibinin Sesî vedibe. Evdila Nail Baysû û Mahmût Tezcan, Eyşe şanê dibin Stenbolê û plaxa strana wê ya yekem çêdikin. Bîranîna duyem jî ya di nav min û wê de ye. Sala 1996’an, meha sibatê bû, ez çûm Stenbolê MKM’ê çend roj li wir mam û li zanîngeha Boxazîçiyê piştî panelek min a bi alîkariya dengbêj û amûrjenê kevançeyê Ekremo, ez derbasî Îzmîrê bûm. Hêj Eyşe Şan neçûbû ber dilovaniya xwe. Bi alîkariya hevalekî  em çûn mala Eyşe Şanê, li ser muzîka kurdî û rewşa wê rojê me sohbet kir. Ewil min xwe pê neda nasîn, dema em rabûn min xwe da nasîn.

Min jê re got ez lawê M. Reşît ê xwediyê dikana ber camiya Erebşêxê me. Sekinî kelogirî bû û ji min re got ew reşikê pîsik ê kevir davêt paytona ku ez lê siwardibûm tu yî. Min got erê. Ji min re diyar bû ku ew qas sal derbas bûye, ez wê demê 5/6 salî bûm lê ew hesreta Amedê û ya taxa xwe her jiyaye û ji bîr nekiriye.  Em jî te ji bîr nakin kewa gozel û deng hêjaya me.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê