spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em û Sînor

Seyidxan Anter

Di şewbêrkek ji yên li Amedê de, guftûgo li ser pirtûka “Sînor” ya Menaf Osman çêbû. Lê xala me ne ev e, bila bimîne carek din.

Sala 1639’an, li gorî peymana Qesra Şêrîn (Kasr‐i Şerin), împaratoriya Osmanî û Safewiyan di nabêna Kurdistan û Kurdistanê de sînor danîn. Sînorê îro yê di nav Îran û Tirkiyê de. Vî sînorî çi bi serê bindest û hejaran, nemazê yê şikakiyan de aniye hûn dizanin. Beriya çend hefteyan çend kesên ku ji bo geza nanê xwe di navbera sînoran de diçin û tên, hatin kuştin. Xwîna van kolberan li ser vî sînorî hîna jî zuha nebû ye. Karê kolberan ne hêsan e; çaxa artêşa tirk keysê li wan neyne, ew dibin nêçîra leşkerên faris.

Dr. Hikmet Kivilcimli di teza xwe ya li ser dîrokê de cî dide pêwendiyên civakî û aborî yên di nav kurdan de. Çalakî û qaçaxçîtiya li ser sînoran xalek sereke ye. Ev kar hîn jî dom dike. Kurdên nêzîkî sînoran, ji bo debara xwe bikin bi zarok, xort, peyê û ajalan ve li sînoran didin. Mîna çavkaniya helbesta Ahmet Arif ya “33 guleyên” li Geliyê Zîlan , Qetlîama Roboskê jî ketiye bîreweriya dîrokî ya kurdan û dostên wan de.

Bi şerê cîhanê yê yekemîn ve, sala 1916 li gor peymana Sykes‐Picot, xeta trênê ya Haydar Paşa ‐ Bexdayê, bêyî ji kurdan bipirsin wek sînor hilbijartin. 23’yê tîrmeha 1939’an, piştî gotinên; “Alahvekil biz turk.” Hatay jî li vî sînorî zêde bû. Erê, erê…

Sînor malbatên me ji hev cuda kirin. Nêvî ji me li serxetê û nêvî li binxetê man. Min meraq dikir ka merivên min yên ji aliyê bav de li Qamişlo, Girbawî, Xecokê û gundên din û ji hêla dê ve, li Amûdê û Himisê kî ne, çawa ne û di çi rewşê de ne? Sala 1984’an, di 32 saliya xwe de, min fersend dît ez çûm binxetê, ne ji Kurdistanê lê ji Swêdê.

Nisêbînê li hember Qamişlo li rexê din yê sînor e. Li Sûka Qaçaxçiyan hejmarek mirov hinek ji wan bi lingekî, hin jî bi destekî bûn. Li dor û berê Aşê Wawika, laşên gelek kesan ji wawîkan re bûne şîv. Gundê bi ofîsa zad Aredê, li jêra Qoserê li ser sînor e. Li gor gotinê gelek ajalên Aradê sê lingî bûn. Mayinên nav mêrgê ew seqet û birîndar kiribûn.

Gelo kî têra xwe dizane bê ev sînor bûye şahidê çi û ji çi re nebûye şahid? Beriya her kesî ji liciyan bipirsin. Sînoran licî fêrî “zimanê çûkan” jî kirine. Yilmaz Guney di filmê Seyithan de sînor aniye rojevê. Di filmekî din de, hespa kehêl, serî hildayî, teriya wê di ser sere siwarê wê re, hesp bi çargavî û siwarî bi kilamê, ber bi aso ve mij û moranê li dûv xwe dihêlin..! Li deşta Heranê ev sînor çibû, çi ye û dê çi bi xwe re bîne, carek din nîşanî me dide.

Di van deh salên dawî de, piştî deskevtên kurdan li sînorên parçekirî yên Kurdistanê bêhtir dibin kontrolê de ne. Nemazê sînorê navbêna Binxet û Serxetê. Ji xeynî tel û mayinan, dîwarên hazir yên betonê jî li seranserê vî sînorî danîne. Hoya vê yekê, wek hûn dizanin deskevtên kurdan e.

Kapîtalîzmê sînor kişandine, dewletê sînor asêtir, kolonyalîzmê û emperyalîzmê sînor hovtir û hartir kirine, bêhtir nirxên mirovan bin pê dike û xwîna mirovan erzan kirine. Bala xwe bidinê sînorên nav sermayeyê ji zû de rabûne, lê sînorên nav neteweyan, nav mirovan xedartir bûne. Me digot qey sînor li deryayê tune ne, ne wilo derket. Ji dengiz ya Egeyê sembola trajedî û barbariyê bipirsin, ji Alan Kurdî bipirsin!

Sînor ne tenê ev e, ê em vedibêjin. Li gor çîrok û çivanokan ji roja roj de sînor di nav mirovan de pêk anîne. “Tu sêvê nexwî ha!” û mar nişanî Hawa (Eva) dane. Sînorên newekhêviya nav cins û mirovan, sînorên şer yên nav olan, sînorên aborî yên karker û kedkaran, sînorên oldaran, sînor ji dadmendiyê re, sînor ji evîn û hezkirinê re, ji azadiya bîr û baweriyan re, sînor, sînor, sînor…

Her çiqasî li seranserê cîhanê pêlên nû yên siyasî dixwazin her cure sînoran zor û asê bikin jî gava em bala xwe didinê û mîna rastiyê têdigihên û wê qebûl dikin, em ê bi ser rastiyekê ve bin: Pevçûna nav pêşketina hêza berhemê û pêwendiyên berhemê, zorê li sînorên wekhevî, dadmendî, hewkariyê dike. Sosyalîzasyon doza serfirazî û azadiyê (azadiya bi xwe jî di nav de)dike. Bidestxistina azadiyê bi te, bi min, bi me ve, bi hêza civakî ya dikare hem xwe û hem jî her kesî serfiraz bike ve girêdayiye. Serfirazî sînoran naxwaze.

Me te got çi?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê