Friday, Çile 28, 2022

Em xortên Medya û Keyxusrew in

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Li Silêmaniyê, li gel Robîn Hood ê kurd, Ferhad Sengawî me. Bajarê Silêmanî, wekî her car havînan pir germ e. Bi roj li derve, porê meriv li ber tavê dikizire. Ez li mala dostekî me. Bakêş, ango qilîmayek bi tekerlek ya li erdê, dişixwule. Perwaneyek li pişt bakêşê ye, mîna perwaneya elîqopterekê dike firefir.

Meriv li derve be, meriv ji german dişewite. Meriv li hundir be jî êdî meriv ji serma dişewite. Li welatê germ, li maleke sar, min li gel Ferhad Sengawî sohbet germ kiriye. A ev galegal di navbera me de ye, ya ku germê jî, sermê jî takêşî hev dike.

Ferhad Sengawî, merivekî ji hoza Sengawiya ye. Ev hoza hanê, bi mêrxas û jinxasên xwe yên wêrek navdar in. Mirovên ji vê hozê, di şeran de rûyê xwe ji guleyên dijminan banadin. Ferhad Sengawî, beriya hemû xisletên xwe yên din, dilsojê doza welatê xwe ye. Gava ev merdemêr, bi şêweyê xwe yê xweser nexasim yê aîdê xwe diaxive, tiliyên wî, dest û zendên wî, li gel hemû gewdeyê wî û heta tayê mûyê serê wî diricife; mîna meriv dibêje qey ev meriv bi tayê ketiye; kesê şahidiyê ji vê rewşa wî re dike, dikare sond bixwe bibêje heta mejûyê di nava hestiyên wî de jî dilerize; wanî wek hespekî rewan, wanî dikir rikerik, dikir çikeçik û di cihê xwe de neditebitî. Aha ev şarezayê hanê, di ciwaniya xwe de, gotarbêjê radyoya Dengê Şoreşê bûye û helbestên ji kaniya rewanbêjiya hestên xas diherikî mîqerefonê, her wiha ew deng di heperlorên radyoya li ber guhên pêşmergeyên şoreşger berz dibû û li lat û zinarên çiyayên Kurdîstanê dengvedida. Dengê wî yê aza û bi kelacan, mîna berbûkên biçin govendê, wanî ref bi ref berê ciwanan didan çiyayên azad.
Ferhad Sengawî yê ez bi wî re dikim galegal, ev Ferhad Sengawî ye. Paşmêrekî çekdar, li gel wî digere û wî diparêze. Paşmêr, ango mihafiz tivinga wî di hembêza wî de ye û wanî li ser qenepe razaye. Diyar e ku ew bi şev ranazê. Jiber ku bi roj e, em li hundir maleke bi ewle û hişyar in, lema ew paşmêr biste ye û xewa xwe wanî serbest dişkîne.
Ez ji dilsojê doza welêt, Ferhad Sengawî dipirsim “çima tu li welatê xwe yê azad, vî mirovê çekdar li gel xwe digerîne?”

Dîsa bedena wî ya zirav, tenik û dirêj, di nava şal şapik û lewendiyan de dilerize. Mîna mirîdekî li ser şujdeya zikrê wanî bi cuzbê bikeve, diheje; bi rewşeke jixweçûyî dibêje “ez mirovekî rastgo me. Ez her li hember gendelî û nelirêtiyan derdikevim. Lema jî rêvebirên welêt ji min hez nakin. Li dû min digerin da ku bêbaviyekê li min bikin û min bi bêbextî bikujin. Ji ber ku ez ji ber xwe bi tirs im, lewma ez bergiriyên xwe yên parastinê digrim. Min tevahiya serweta xwe, hebûn û nebûna xwe daye oxra şoreşê. Min tenê zeviyek ji bavê min ji min re maye, heye. Ez amade me vê zeviyê jî bidim wezareta perwerdehiyê, da ku zanîngehekê li ser ava bike.”

Ji her liv û tevgera vî merdemêrî, xwebexşaneyeke kesnedîtî têdîtin. Dîroka Kurdîstanê, çi ya dûr çi ya nêzîk, mîna kefa dest jixweber dizane. Ez jî bi find û fenerê li kesê wanî digerim. Ez gotinê tînim li ser bîrdariya Keya yê Împeretorîya Medan, Keyxusrewê gewre disekinînim. Gava ez qala tirba bîrdariyê ya Keyxusrewê gewre ya li herêma Silêmanîyê ye dikim, ji nişkan ve gotin li ser lêva dilsojê doza welat, Ferhad Sengawî difirin. Refê peyvên rewanbêj yên tertilîn, lêveke zuha mîna erdeke av li ser miciqî, li dû xwe dihêlin. Lerza bedena wî ya bi cizbêketî jî, radiweste. Lê ji her halê wî eyane kû pêlên lerzeke bi coştir, di kûrahiya dil û hinavên wî de lihevdikevin. Bedena wî ya niha sekan, xwe ji pêlê lerzeke dîtir re, amade dike.
Ferhad Sengawî, çavên xwe zû berdidin kûrahiya çavên min. Wanî bîstikekê em herdu jî bêdeng dimînin. Her hal, liv û tevgera min, ji wî ve eyan dibe ku ez ewqas rê hatime, nexasim ji bo dîtina tirba bîrdariyê ya keyê keyan, Keyxusrewê gewre. Ez vê bêdengmayina kûrtik, bi dawî dikim; “ez dixwazim biçim tiriba Keyxusrew bibînim” dibêjim.
Ev gotina min, dibe mîna gomeyekî bavêje nava gola avê ya di dilê Ferhad Sengawî de gewimandî; wanî xelekê pêlan li peravên bîra wî lihevdikeve. Dîsa Ferhadê min û we bi lerzê dikeve. Bi kelacan, mîna çiloyê dara mazî libabû. Bi dengekî lerzok “heke ez rayedarek bim, ez ê bi roj û şev yekîneyeke pêşmerge li ber tirba bîrdarîyê ya Keyxusrew bidim rawestandin. Min ê ji bo serlêdêran, bi milyon dolaran li derdora ‘Şikeftî Qizqapan’ ango tirba bîrdariyê ya Keyxusrew xerc bikira…”
Bi vî awayî me lihev kir sibe. Şûşeyên ji rengên jihev cûda li ser masê mabûn vala, lê hîn ji bîrdanka bîra me dilop jê vala nebûbû. Paşmêrê me yê bi çek radibe bi qevda çeka xwe ya mîna qîzekê bedew, digre. Êdî ew şiyar dimîne, em serî davêjin xewa şîrîn.

Tirba bîrdariyê ya Keyxusrew

Tirba bîrdariyê ya Keyayê Împeretoriya Medan Keyxusrew, li gundê Zarzî, li nêzî çemê Rezan, di navbera bajarê Silêmanî û navçeya Dûkanê, bi qasî 50 km dikeve rojavayê Silêmaniyê. Tirba bi qasî 8 metreyan di bilindahiya latekê de kolandî, ji serhêwan û sê jûran pêktê. Her jûrek du metre û nîv bi ber, sê metre dirêj û bi qasî metrek û 75 santîm jî bilind e. Di her jûrekê de, tirbek di tahtê binî de kolandî heye. Hersê tirb jî ji dirêjahiya merivekî kûrtir e. Ev jî tê wê wateyê ku term, di tertîbatê çaxa meriv di malzaroka diya xwe de ye, wanî çongên wan kişandiye ber wan û ew wanî definandine. Ji wan tirban yek jê ya keya Keyxusrew e. Tê texmînkirin ku herduyên din jî yên ji malbata wî ne.
Deriyê têketina nava tirbê, nizm e. Ev jî ji bo herkesê têkeve hundirê jûrên tirb tê de, bi rêzdarî serê xwe bitewînin û wanî derkevin huzûra Keyxusrew ê gewre.

Tiştên herî girîng, rolyefên li jora serdera deriyê têketina nava tirbê ne. Yek ji roleyfên herî girîng, sêwirandina keya Keyxusrew û keyayê Lîdyayî, Alyattes ê 2’em e (Ev sêwirandin, piştî şerê li rexa çemê Helîs(kizilirmak)ê ku di 28’ê gulana 585ê B.Z, roj hatibû girtin û herdu welatan bi vê minasebetê şer li hember hev dabûn rawestandin, hatiye çêkirin) Herdu keya li hemberî hev şipiya rawestîne. Di navbera wan de, agirekî di dirûvê rojê de pêxistî, di agirgeheke li ser qaîdeyekî heye. Di destê wan ê çepê de, kevanek tê dîtin. Binê kevanê li erdê ye (di roja me ya niha de jî, gava kurd tivinga xwe serberjêr bike û ji yê hember re bibêje ‘tivinga min ji te re serberjêr e’ ev tê wateya rawestandina şer û pêkanîna aştiyê. Ev aştîxwestinek ji dil e; ne ya bi darê zorê ye) Destê herdu keyayan yê rastê jî, ji zendê de şikandî û ber bi agir ve dirêjkirî ne. Diyar e ku herdu keya jî, di tertîbatê lihevkirina peymana aştiya di navbera herdu welatan de ne. Bi hev re li ser agirê pîroz sondê dixwin û bext didin hev ku ji niha pêve ew ê herdu welat, hetahetayê bi hev re dost bin. Her wiha sînorên di navbera xwe de jî, tekez dikin ku sînorên wan çemê Helîs(kizilirmak)e. Li jora rolyefa herdu keyayan, sêwirandina mirovekî ji navê berbijor, li ser çembera bazinekî tê dîtin ku çavdêriyê li herdu keyayan dike. Tê gotin ku ev kes, Keya Dîyako yê bapîrê Keyxusrew e. Li heman texmê, li hêla rastê, rojek bi yazde tîrêj, tê dîtin. Pozê her tîrêjê, bi rojeke biçûçik ve ye û her yazdeh rojên biçûçik, li dora rojeke mezin in. Sêwirandina li ser milê çepê jî, Ahûra Mazda yê çar bask, yê li ser bazinê çerxa felekê/gerdûnê ye. Ev hersê sêwirandin jî, sêwirandinên pîroz yên kurdên Zerdeştî ne.
Di roja me ya niha de jî ev tirba bîrdariyê ya keya Keyxusrew, ji kurdên Zerdeştî re wekî heca xwe qebûl dikin. Her sal kurdên Zerdeştî yên li Silêmanî û yên li derve, tên cejna bi navê “peymana agir” pîroz dikin û dibin Zerdeştîyekî/e xas a dînê Zerdeştî.
Ez jî li hemberî tirba bîrdariyê ya Împeretorê gewre Keyxusrew, bejna xwe ditewînim û cejna Peymana Agir a kurdên Zerdeştî pîroz dikim.