20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em xwe diparêzin’

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên polîtîkayên taybet kampanyaya ji bo 4 mehan bi dirûşma ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin. Di kampanyayê de tê armanckirin ku li dijî hemû cureyên tundiyê xwe biparêzin.

TJA’yê der barê kampanyayê de hefteya borî daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser van xalan: “Di çil salên dawî de, me li dijî her cure êrîşan xwe parast. Jinan çiqas li ber xwe da, dewletê jî ewqas polîtîkayên xwe yên şerê taybet kûr kir û êrîş kir lê em netirsiyan û em zêdetir derketin qadan û xwe parast. Me li dijî hişmendiya ku jinan wek ‘malê mêran’ û ‘namûsa mêran’ dibîne dengê xwe bilind kir û got em ne namûsa kesî ne, namûsa me azadiya me ye. Bi kampanyaya xwe em reftarên destdirêjiyê têk dibin û civaka demokratîk ava dikin û me nehişt ku destdirêjî tenê wek li bedena jinan bê fêmkirin. Me got, destdirêjî wekî çandekê belavî nav beden, ax, av, xweza, ziman, wekhevî û qadên me yên azadiyê dibe û em derketin kolan, gund û taxan. Serwextbûna me rêxistina me xurt kir, rêxistina me parastina me ya cewherî bi pêş xist.”

TJA’yê di daxuyaniyê de bal kişand ser navê kampanyayê ‘Em xwe diparêzin’ û wiha got: “Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrîşan biparêzin. Em li Kurdistan û li Tirkiyeyê, di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe diparêzin.”

Her wiha di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li kampanyayê jî hat kirin. AMED