Thursday, July 29, 2021

Em Zapatîsta ne

Sozdar Koçer

“Em Zapatîsta ne, em li vê derê ne. Ji bo ku em werin dîtin, em rûyê xwe vedişêrin; ji bo em werin binavkirin, em navên xwe diguherin; em ji dema niha bawer in, ji bo ku pêşerojeke me hebe û ji bo ku em bijîn, em dimirin. Em Zapatîsta ne, ku piraniya wan xwecihên bi koka Maya ne – em xwe nafiroşin, em xwe teslîm nakin û em dev jê (ji dozê) bernadin.”
Ev çend gotinên Subcomandante Insurgente Moisesî ne, yên ku di daxuyaniya xwe ya Tebaxa 2019’an de bi raya giştî re par ve kiribû.
Di havîna îsal de wê nêzî 160 kes – delegasyoneke mezin ya Zapatîsta ji Chiapas a Meksîkayê berê xwe bidine Ewropayê. Rv delegasyona Zapatîstan bi navê EZLN (Ejército Zapatîsta de Liberación Nacional) – Artêşa Zapatîstayan ya rizgarîkirina neteweyî jî tê naskirin.

Delegasyona yekem ku gihîşt Ewropayê ji 7 kesan pêk tê – 4 jin, 2 zilam û kesek bêzayend. Ev delegasyona yekem ji girava “Isla Mujeres” li Golf a Meksîko berê xwe bi keştiyê dane Ewropayê. Ew piştî 6 hefteyan gihîştine bajarê Vîgo yê Galîsya ya Ispanya yê. Grûbên dîtir jî li pey hev, bi heman şêwazî di demên pêş de dikevin rê. Ji wê derê wê tûra wan a Ewropayê dest pê bike. Hûn ê bi mafdarî bipirsin, ma gelo balafir qeliyabûn? Hewqa dem wenda kirin û eziyetê dane xwe û bi keştiyê hatine Ispanyayê. Rast e, lê jixwe ya herî balkêş jî ev e. Wan ne ji xwe re û ji me re, lewra bi zanîn û lêhûrbûn ev rê, welat û bajarê Vîgo hilbijartine.

Di 13’ê tebaxa 2021’ê de dagirkeriya Meksîkayê bi destê Ispanyayê dikeve 500 salîya xwe. Ango di 13’ê tebaxa 1521’ê de Ispanyayê gelek dewletên Amerîkaya Latîn xistin bin mêtingeriya xwe, Meksîko jî yek ji wan dewletan bû. Bi rêya deryayê, bi keştiyan li parzemînên ji bo wan “nû” sekinîn û bi perspektîva ku axek nû dîtine û êdî ya wan e, gelên xwecihî bindest kirin, kirin kole û malê xwe, zenginiyên binerd û sererd kirin yên xwe – bi kurtasî li mirov û xwezayê mijîyan, talanî, tunekirin, qirkirin û ferzkirina ola xaçparêziyê û zimanê îspanyolî, ku heta îro jî bandora mêtîngeriya îspanyolî xwe bi zelalî di jiyanê de dide der. Mirov ji xwe dipirse, ma gelo bira beriya îspanyolên dagirker werin, qey jiyan, ziman, çand û dîroka wan xwecihîyan tune bû?

Em vêya bi erdnîgariya ku em nas dikin re fîktîv/xeyalî bînin ziman: Dema Tetwanî rabin û ji bitir û betalî li keştiya xwe siwar bibin û di golê de bigerin û bi tesadufî leqayî Wanê bên û bêjin, a weleh me bajarekî ji xwe re keşif kir! Êdî mirov, mal, heywan, erd, zengînî, çand – her tiştê di wî bajarî de yê Tetwaniya ye. Wanî rabin û bêjin heyran, ma ne em jî hene – beriya ku hûn me bibînin jî em hebûn. Rastîya civaka me, ol, ziman, çand û jiyaneke me hebû û hîn heye. Lê ev neyê qebûlkirin, di şûnê de zordestî, qirkirin, desteserkirina erd, mal û mirovan dest pê dike. Êdî jê bazirganiya erzaq û firotina koleyan li sûka Tetwanê dest pê bike – miftî belaş. Ji me re pir ecêb tê ne wisa?

Hema bêje metîngeriya ji aliyê dewletên rojavayê cîhanê (global north) li parzemînên başûrê cîhanê (global south) bi vê zîhniyeta dagirkerî û mêtîngeriyê pêk hat û hîn jî bi şêwe û maskeyên nû berdewam pêk tê. Li hemberî vê dagirkerî û qirkirinê çermsorên Meksîkoyê bi serkêşîya Emiliano Zapata xwe li dijî van rêbazên tunekirinê bi rêxistin kirin û gelek serhildan pêk anîn. Wan li çiyayên xwe hêza arteşî – EZLN ango gerîlayên xwe ava kirin û gel û herêmên xwe li dijî dagirkeriya Meksîkoyê parastin. Di sala 1994’an de – bi projeya mezin ya dewletên kapîtalîst ên serwer – Amerîka , Kanada û Meksîko hevpeymana bazirganiya serbest hate îmze kirin. Bi vê peymanê re – EZLN tevî gelên çermsor hem li Chiapas û hem li cihên ku ev hevpeymana bazirganiyê pêk bihata, serî hildan.
Ji sala 1994’an ve, rêxistina Zapatîsta û milê wê yê artêşî EZLN bi hev re li dijî talankirinê, mêtingeriyê û li dijî nijadperestiyê têdikoşin. Gelên zapatîsta li hemberî pergala dewletê ku wan marjînal dike, pergala xwe ya civakî ava kirin û xweserî li herêmên xwe îlan kirin. Wan gund û navçeyên xwe bi rêxistin kirin, dibistanên xwe yên pirzimanî ava kirin, nexweşxaneyên xwe tevî pergala xweser a tendurustiyê, navendên siyasî û çandî hwd. ava kirin, bi kurtasî wan jiyana xwe bi pergala xwe ya alternatîv, demokratîk û xweser bi xwe ava kirin. Heta îro gund û navçeyên xweser bi “meclisa rêveberiya baş” xwe bi rexistin dike û qadên xweseriyê berfirehtir dike. Mirov dikare bibeje ku di navbera pergala xweseriyê ya Zapatîsta û Rojava de gelek paralel hene.

Ev Delegasyon çima tê Ewropayê?
Di destpêkê de wan xwest bi hatina xwe re dîmenekî berovajî di hişê mirovahî û dîrokê de bihêlin. Bi sedan sal in ku perwerdeya dîrokê û dîmenên ku di hişê meriv de ava kirine, ev in ku ewropî dergûşa şaristaniyê û civakeke pêşketî ye û cîhana derdor hov û paşketî ne. Ew her bi keştîyê geriyane û parzemînên din keşif kirine û xwestine gelên xwecihî ji cehaletê rizgar bikin.
Li bo ku ew van dîmenan bi awayekî sembolîk bişkînin, ew bi keştîyê hatin Ispanyayê û li bajarê ku mêtingerên dawî yên îspanî di vegera xwe ya ewropayê de lê sekinî bûn – li Baiona ya Vigoyê, wan jî keştiya xwe li wê derê sekinandin. Ferq û cudahiya wan ew e ku Zapatîsta nehatine ji bo rêbaza dagirkeriyê ya ku li wan hatibû kirin, dubare bikin. Na, ew dibêjin: “Ev dagirkeriyeke wisa ye ku jiyanê diçîne û ji bo fêmkirina ku kapîtalîzm derbasî/ ketiye hundirê me tevan. Lewra divê em hemû şiyar bibin. Hêvîdar im ku zengîn jî hişyar bibin […].”

Ev Delegasyona hatî û qismê din hîn jî di rê de ye, wê li 30 dewletên Ewropayê bigerin û nîqaşên siyasî bi proje, sazî û gelên ewropayî re çêbikin û banga giringiya xwe birêxistinê bikin. Banga ewropayeke çep û ji xwar ve bikin.

Naveroka berêYNK û PDK berjewendiyên gel nafikirin
Naveroka ya piştî vêZarezara daran