23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê ya li ber edliyeya Rihayê di roja 52’yemîn de didomîne.

Dayik Emîne Şenyaşar îro çû serdana kurê xwe Fadil Şenyaşarê ku li girtîgeha Xarpêtê girtî ye. Fadil Şenyaşar di qetlîama bav û birayên xwe de birîndar bûbû û piştre hatibû girtin. Piştî 3 mehan dayik Emîne Şenyaşar çû serdana wî.

‘Vê zilmê qebûl nekî’

Dayik Emîne beriya biçe girtîgehê axivî û wiha got: “Ez ê biçim kurê xwe Fadil bibînim. 3 sal in di girtîgehê de, bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin. Ji mala min 3 kes hatin qetilkirin. 3 kurê min jî hatin birîndarkirin û ji mirinê xelas bûn. Zilmeke mezin li me kirin. Ez ê biçim seredana kurê xwe. Ya rebî tu vê zilmê qebûl nekî.”

‘Hevdîtina piştî 3 mehan’

Kurê dayik Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar nobeta ‘Edaletê’ ya li ber edliyeya Rihayê domand. Têkildarî çûna serdena ji bo Fadil Şenyaşarê girtî li ser hesabên malbatê yên medyaya civakî ev tişt hat nivîsîn: “We du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin. Têr nekir, we komkujiya duyemîn jî bi zexta li ser darazê û sûcdariyên xeyalî 37 sal û 9 meh ceza dan kurê wê. 3 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Dayik îro diçe hevdîtina wî. Nobeta me ya EDALET’ê di roja 52’yemîn de didome.”

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 51 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne.

RIHA