spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar serbest hat berdan

Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirt hatibû binçavkirin piştî îfadeyên wê hatin girtin serbest hat berdan. 

Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Hefteyek e Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê li ber avahiya Adliyeyê ya Rihayê çalakî li dar dar dixin.

Emîne Şenyaşar bi hinceta “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kiriye” hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Rihayê. Şenyaşar piştî îfadeyê serbest hat berdan  

Emîne Şenyaşar a hat berdan dîsa hat ber edliyeyê û çalakiya xwe berdewam kir. 