24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “Edaletê” 22 roj in li ber Edliyaya Rihayê çalakiya nobetê li dar dixin, ji aliyê polîsnan ve bêyî ku tu hincet nîşan bidin hatin binçavkirin.

Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan û piştî hatin berdan careke din çûn ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe didomînin. 

Malbat ji 9’ê adarê ve çalakiya xwe didomîne. Emîne Şenyaşar di 15’ê adarê de bi hêceta “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” hatibû binçavkirin û pişt re hatibû berdan. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar roja 25’ê adarê jî bi hinceta “muxalefeta li qanûna civîn û meşên xwepêşandanê kirine” hatibûn binçavkirin û dû re hatibûn berdan. Ferît Şenyaşar duh li ser gilîkirina birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz çûbû Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û îfade dabû.

‘Dengê me tê bihîstin, piştevanî didome’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twîtterê vê daxuyaniyê da: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 22’yemîn de li ber qesra edaletê didome. Serdozger her roj di ber me re derbas dibe, li me dinêre lê me nabîne. Her çiqas serdozger û wezîrê dadê me nebînin jî lê qîrkirina me ya edaletê li her bajarê Tirkiyê û li welatên Ewropayê tê bihîstin û piştevaniya ji bo me didome.” 

Li Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina parlamenteriyê ya 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şeyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. 

Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hatibû girtin û hê jî nehatiye berdan.

RIHA