25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên civîna Putîn-Bîden

Piştî civîna di navbera serokê DYA’yê Joe Bîden û yê Rûsyayê Vladimir Putîn de ji aliyê partiya komarparêzan ve bi tundî hate rexnekirin. Komarparêzan nêzîkatiya Joe Bîden û diyaloga wî ya bi Putîn re rexne kirin û ew tewanbar kirin ku wî bi vê nêzîkatiya xwe serokê Rûsyayê Putîn xelat kiriye.  Li gorî komarparêzan li şûna ku Bîden li ser hin mijaran hesab ji Putîn bixwaze lê ji ber ku ew yek nekiriye wî bi vê yekê Putin xelat kiriye.

Michael McCaul berpirsê têkiliyên derve yê partiya komarparêzan tevî ku Bîden di vê civînê de behsa gelek kiryar û binpêkirinên Rûsyayê kiriye lê helwesteke xurt li dijî wan kiryaran nîşan nedaye.  Rêveberiya Bîden ji bo binpêkirinên li Ukraynayê hesab ji Rûsyayê nexwest û tu ambargo li ser xeta wê ya gazê nekir.

Her wiha komarparêzan Biden tewanbar kir ku derbarê êrîşên Rûsyayê ên sîberî de jî helwesteke xurt nîşan nedaye, tevî ku kongreyê destûr dabû Bîden û wî dikaribû hin ambargoyan li ser rêveberiya Putîn ferz bike.

Civîna ku doh li Cenevreyê pêk hat û derdora 4 seatan berdewam kir di encamê de gelek mijarên cihê nakokiyê di navbera her du welatan de hatin nîqaşkirin.

Wekî din hin xalên sereke ên di daxuyaniya hevbeş a piştî civîna Putîn û Biden derketin ev bûn:

  • Peymana Start a der barê çekên nukleerî de dê berdewam bike û bi rêya diyaloga stratejîk rê li pêşiya talûkeyên pêşxistina van çekan vedibe.
  • Her wiha her du alî dê balyozên xwe dîsa bişînin ser peywira wan, di meha adarê de ji ber ku DYA’yê Rûsyayê tewanbar kiribû ku destwerdana hilbijartinên sala 2020’î kiriye.
  • Her wiha hate ragihandin ku ew dê venegerin rewşa şerê sar a di navbera her du welatan.