24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Israîlê

Li Îsraîlê gel ji bo hilbijartinên giştî çû ser sindoqan û encamên destpêkê yên hilbijartinê aşkera bûn.

Piştî hejmartina ji sedî 87 ê dengan heta niha partiyên hevalbendên bi partiya Netenyahu re  bûne xwedî 59 kursiyên parlamentoyê.  Hewcedariya Serokwezîrê Israîlê Bunyamîn Neteyahu bi 61 kursî heye ku bikaribin hikûmeteke nû ava bikin.  Balkê şe ku vê carê lîsteya yekitiya partiyên ereb jî bendê hilbijartinê derbas kiriye û 5 kursî bidest xistine.

Li gorî encamên ku heta niha derketine holê hejmara kursiyên parlamentoyê wiha li ser partiyan tê parvekirin:  Partiya Lekûd 30 kursî, Yeş Etîd 17, Partiya Şas 9, partiya Spî-Şîn 8, Partiya Kar 7 kursî, Partiya Yemîna 7, yahûdiya olî 6, Hêviya Nû 6, Mîrtis 5, Lîsteya yekitiya partiyên ereb 5.

Hêjayî gotinê ye ku di nava 2 salan de 4 hilbijartin li Israîlê pêk hatine û li gorî çavdêrên siyasî heke hikûmeta Netenyahu tevî hevalbendên xwe nikaribe hikûmeteke nû ava bike dibe ku piştî 5 mehan dîsa hilbijartin werin lidarxistin.

TEL AVÎV