24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên hevdîtina Biden-Erdogan

Di hevdîtina Biden-Erdogan de çi derket pêş?

Di hevdîtina Biden-Erdogan ya li Brikselê de ku di dema lûtkeya welatên NATO’yê de pêk hat, ji bilî dilxweşkirinê û belavkirina beşişînên ji kamereyan re tiştekî din derneket. Di mijarekê de, di mijarên nakokiyên di navbera her du welatan de tu pêşketinek çênebû.

Ji dosyeya Sûriye û Lîbyayê bigire heta nakokiyên bi Yewnanistan û Deryaya Spî re û di meseleya fûzeyên S-400 ên Rûsyayê de tu lihevkirinek çênebû û ew nakokî tev wekî xwe man.

Ji daxuyaniyên Erdogan jî wiha xuya dike ku hin amadekariyên beriya tevlibûna vê civînê hatibûn kirin lê ew jî ne wekî ku dilê wan dixwaze bi pêş ketin.

Wekî mînak di vê hevdîtinê de Erdogan behsa teqînekê li Idlibê dike û wê dixe stûyê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) lê tiştekî wiha ne li Idlibê lê li Efrînê teqînek li dijî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ev yek dihêle mirov wiha bifikire gelo hatibû plankirin ku li Idlibê teqînekê li dijî sivîlan bikin û bixin stûyê HSD’ê lê li wir rê bi wan neket an jî nexwestin li bajarê xwe bikin û li şûna wê li nexweşxaneya Efrînê kirin.

Ji zeman û dema vê teqînê û êrîşa li dijî nexweşxaneyê wiha xuya dike ku bi vê yekê dixwestin kuştina sivîlên bêguneh bixin stûyê HSD’ê û ji Amerîka û welatên NATO’yê re bibêjin binêrin ew rêxistina ku hûn bi wan re hevkariyê dikin sivîlan dikujin û hewcedarî bi herêmeke ewle heye.

Bi vê yekê dixwestin ku hem mijara reşkirina hêzên HSD’ê û hem jî mijara ‘herêma bi ewle’ dîsa bixin rojevê. Lê demlidest berpirsên HSD’ê dan xuyakirin ku êrîşeke wiha nekirine û haya wan ji vê êrîşê tune ye.

Bê guman ne tenê wiha bi behaneya vê êrîşê dîsa êrîşî gelek deverên Til Rifatê kirin, cihê ku penaberên efrînî lê dimînin.

Tevî ku her du aliyan piştî civînê gotin ku civîn erênî derbas bûye lê di rastiya xwe de di pratîkê de tu hûragahî derbarê çareseriya yek ji van pirsgirêkên di nava her du welatan tune bû.

Tenê li ser tiştekî hinekî agahî û hêvî hebûn ku li ser wê li hev bikin ew jî dewrkirina ewlekariya balafirgeha Afganistanê a navneteweyî bû. Piştî ku Amerîka û Hêzên Hevpeyman xwe ji wê derê vekişînin ji bo ku valahiyeke ewlekariyê li balafirgehê nemîne divê were parastin. Divê şandeyên dîplomatîk ên welatan bikaribin bi hesanî herin û werin, divê hinek ewlekariya balafirgehê bigirin ser xwe. Lewre dibe ku di vê mijarê de nobedariya vê balafirgehê bidin Tirkiyeyê.