Duşem, Mijdar 29, 2021

Encamên îdeolojîya wêrankarî û barbariyê

Deh sal berê li Lîbyayê, digel “şoreşa rengîn” a klasîk rasterast êrîşek leşkerî ya welatên NATO hebû. Wekî encam, welat bi pratîkî hat wêran kirin. Destkeftiyên teknolojîkî yên Qeddafî di nav de navdar “Çemê Mezin-Çêkirî” (pergalek mezin ji bo veguheztin û hilanîna ava şirîn), bûn kavil. Lîbya ketiye asta têkiliyên eşîran. Kehaneta  Qeddafî ya der barê veguheztina Lîbyayê wekî “Somaliya Nû” de rast derket.

Stereotîpek heye ku li gorî wê Rojavaya kolektîf tim hilgirê şaristaniyê ye û dijberên wê tim barbarên paşverû ne. Li Lîbyayê her tişt tam berevajî çêbû. Ew Rojava bû ku ji destpêka qeyrana Lîbyayê wekî hilgirê îdeolojiya hilweşîn û barbariyê tevgeriya.

Wextekê têkildarî lihevkirina bi Qeddafî re Wezîra Derve ya Amerîkî Condoleezza Rice got “Dijminên ebedî yên Amerîkayê nînin”. Demê destnîşan kir ku garantiyên Wezaretên Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî her gav ne cidî ne, Hillary Clintonê li şûna Rice bû seroka wezareta derve, ev yek bi zelalî nîşan da. Dema ku ew bi eşkereyî dikeniya, li dîmenên vîdyoyê yên îşkenceya li Qeddafî temaşe kir.

Îro pisporên rojavayî hewil didin ku guherînek wisa radîkal a helwesta Dewletên Yekbûyî (DY), bi bûyerên “Bihara Ereban” a 2010’an vebêjin. Dema serhildanên li Tûnisê dest pê kirin, li Misir, Lîbya û dû re jî li Sûriyeyê belav bûn. Li gor hêzên rojava Qaddafî bi xwe sûcdar bû. Ji ber ku saziyên demokratîk pêş nexist, hilbijartin nekirin û hwd.

Bêguman rejîma siyasî ya hundurîn li Lîbyayê ne îdeal bû. Qeddafî di dawiya serdestiya xwe de, nema dikaribû balansa rast di navbera berjewendiyên herdu herêmên herî mezin Tripolitania û Cyrenaica de bibîne. Ew bi piranî bûn sedema serhildanên li Bengaziyê ya şoreşek rengîn ya serbixwe.

Hewldanên rêberê Lîbyayî ji bo lihevhatina bi rojava re û helwesta yekkirina beşek ji elîta Lîbyayî di beşên wî “glamour” de rewş girantir kiriye. Ev berovajî îdealên siyasî yên Cemahiriya ku wekî guhertoya orîjînal a sosyalîzma ereb û îslamî dihatin gotin bû. Faktora “ciwaniya zêrîn” hebûna elîtîstên ku jiyana xwe li Rojava winda dikin bandorek demotivasyonal li ser civaka Lîbyayî kir.

Qeddafî her sal argumanên îdeolojîk kêm dikirin. Da ku di bûyera serhildana “stûna pêncemîn”, an jî êrîşek derveyî de seferberiya neteweyî misoger bike. Rastiya ku heya 2010’an Libya ji hêla îdeolojîkî ve pir lawaz bûbû, bandor li çarenûsa wê ya din kir.

Îro piraniya nîştecîhên welêt, dema desthilatdariya Qeddafî wekî “serdema zêrîn” bi bîr bînin, dikarin tiştên ku “berê” û yên “pişt” bûn, bidin ber hev. Lê dîrok nayê vegerandin.

Heger îro li Lîbyaya îmkana lidarxistina hilbijartinên demokratîk hebûya, dê wê demê kurê Qeddafî Seyf el-Îslam bi ferqeke mezin bi ser ketibûya. Lê di şert û mercên ku pergala siyasî ya welêt wêran dibe de, senaryoyek wiha tenê dibe xewn. Wê demê hêz li deverên cihêreng ên Lîbyayê (nîv-dewletên serbixwe) tenê ji hêla faktorên hêzê ve têne destnîşankirin.

Di heman demê de li welatên ku der barê zexta rojavayî de helwestek zelal û bêkêmasî digirin mînak- Kuba, Venezuela û hetta Zimbabwe senaryoyên şoreşên rengîn kar nakin. Ew li cihê ku rayedar hewl didin li ser du kursiyan rûnin, jê re dibêjin “pir-vektor” wek ku li Gurcistanê di bin Shevardnadze de li Ukraynayê di bin Kuchma û Yanukovych de û di van demên dawî  li Belarûsya qewimî.

Lê, digel hemî xeletiyên ku wî kir Qeddafî jî dîsa wekî serokekî sereke ku pîvana kesayetiya wî ji sînorên yek welatî derbas dibe kete dîrokê. Projeya wî ya pan-Efrîkî ku tê de entegrasyona nêz a welatên Efrîkî û danasîna diravê yekane ku bi standardek zêr hatî piştgirîkirin dikaribû rewşa aboriya cîhanî biguhezîne.

Li gorî rastiya ku Efrîka xwedan potansiyeleke aborî ya pir mezin e, pêşketina li gorî modela ku ji hêla Qeddafî ve hat pêşniyarkirin dikare bibe alîkar ku pirsgirêkên li pêşberî parzemînê çareser bibin. Wekî birçîbûn, bêkarî, astên nizm ên derman û bi gelemperî nebûna binesaziyê.

Bi kuştina Qeddafî Ewropa xwe ceza kir

Pêşveçûna demografîk a li Efrîkayê berdewam dike. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku pê re rûbirû ne bi zanebûn têne kirin. Cihê hêzên rojavayî yên li Efrîkayê her ku diçe ji hêla Çînê ve tê girtin. Lê belê nikare kontrola pêbawer a li ser tevgera girseyên ku ber bi Rojava koç dikin misoger bike. Ev tê vê wateyê ku di pêşerojê de Ewropa neçar bimîne ku bi tûsûnamiyek koçberiyê ya bi krîza koçê ya 2015-2016’an re nayê qiyaskirin re rûbirû bimîne.

Digel encamên demdirêj ên serpêhatiya Lîbyayê faktorên heyî ji niha ve xwe didin hîskirin. A herî girîng ji wan parçebûna rastîn a li milê başûrê NATO ye, ku lîstikvanên herî mezin Fransa û Tirkiye ji ber dabeşkirina “mîrata Lîbyayê” jixwe amade ne ku hevdû wekî dijberên leşkerî yên potansiyel bibînin.

Pêwîste trajediya Lîbyayê ya deh sal berê neyê jibîr kirin û ji bo hemû gelan bibe dersek hînker.