spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe diyar bûn

Encamên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe yên 24’emîn, ji bo bîranîna nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê dema nûçe dişopand hat kuştin, diyar bûn.

Ji bo bîranîna Metîn Goktepe û rojnamegerên li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane û ji bo teşwîqkirina rojnamegerên ciwan li ser esasê nûçegihaniya rastiyê, ji sala 1998’an ve tê lidarxistin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Cemîl Ugur ê bûyera Osman Şiban û Servet Tûrgût ku li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin, ragihand û piştre hat girtin Xelata Juriyê ya Taybet wergirt.    

Xelata Nûçeya Nivîskî ji rojnameya Duvarê Hale Gonultaş, Xelata Nûçeya Bidîmen ji rojnameya Duvarê Aynur Tekin, Xelata Wêne Zeynep Kuray, Xelata Rojnamegeriya Herêmî ji rojnameya Guneyê Abidin Yagmur wergirtin. Her wiha ji DW Tirkiyê Fatima Çelik û Tunca Ogreten jî xelata Juriya Taybet wergirtin.

Juriya xelatê ji Ceren Sozerî, Celal Başlangiç, Ferhat Çelîk, Guray Oz, Kûmrû Başer, Nazim Alpman, Ozlem Akarsû Çelîk û Sevda Karaca pêk hat.

Wê xelat di 10’ê nîsanê de di rojbûna Metîn Goktepe de bên dayîn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê par merasîma xelatan nehatibû lidarxistin. Ji ber vê yekê, dê xelatên par jî di merasîma îsal de bên dayîn.