Tuesday, September 28, 2021

Encamnameya hevdîtina Biden û Pûtîn ji me re çi dibêje?

Di navbera serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê nû Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de, di 16’ê hezîranê de, li Cinêvê civîneke di asta bilind de pêk hat. Ev civîna ewil ya serdema Biden de bû ku di navbera her du dewletan de qewimî. Di vê civînê de têkiliyên navbera her du welatan hatin guftûgokirin û nirxandin.

Piştî civînê her du serokan jî destnîşan kirin ku danûstandinên civînê di çarçoveyeke erênî de hatine nirxandin. Lê bi qasî tê zanîn ji sala 2018’an vir ve ye di têkiliyên her du welatan de pêşketin û rewşên erênî yên berbiçav çênebûne.

Her du serokan jî bi awayekî ji hev qayîl pesnên hevûdu dan. Biden ji bo civînê got ku nakokiyên heyî hatin aşkerakirin û Pûtîn û Rûsya alîgirê şerê sar nînin. Her wiha Pûtîn jî ji bo Biden got ku Biden di kar û barên dewletê de mirovekî kevn e û ew her du bi heman zar û zimanî diaxivin.

Li gorî encamên civînê her du aliyan jî di babetê sînordarkirina çekên nukleerî de li hev kirine û ser vê yekê jî her du alî dê balyozên xwe cardin bihinêrin paytextên hevûdu.

Lihevnekirinên li pişt perdeyê

Xêncî van yekan di doz û mijarên mayîn de tu lihevkirin di navbera her du welatan de pêk nehatin. Di mijara êrîş û ewlehiya sîberê de, di babetê Ukraynayê de û der barê çarenûsa muxalîfê rûsî Alexeî Navalny de lihevkirin çênebûn. Ser girtina Navalny, Biden ji Rûsyayê re got heke Navalny di girtîgehê de bimire, Rûsya dê bi cezayên tund re rû bi rû bimîne.

Her wiha şêwirmendê serokê Amerîkayê Jake Sullîvan di  20’ê hezîrana 2021’ê de ragihand ku DYA di mijara jehrdadayîkirina Alexeî Navalny de ji bo Moskovoyê amadekariya cezayên nû dike.

Di nûçeyeke Ajansa ANHA’yê de lêkolînerê navneteweyî Tariq Ziyad Wehbî hevdîtina her du welatan a di civîna asta bilind de nirxand. Wehbî bal kişand ser girîngiya civînê û wiha got: “Civîna Biden ya ewil bû. Digel hemû daxuyaniyên her du aliyan pêşwazîkirineke bi vî rengî ji bo her du aliyan jî zehmet bû. Lewra Biden, Pûtîn wekî kujer bi nav kiribû û li ser vê yekê jî Pûtîn ji bo Biden gotibû ku Biden gumanên wî ji tenduristiya hişî ya Biden heye û Biden êdî kal û westiyayî ye.

Sê civînên berî civîna Pûtin-Biden

Wehbî di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir ku ev civîneke protokolî ye û berî vê Biden sê civînên girîng; aborî (G7), ewlehî (NATO) û hevkarî pêbaweriya Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk anî ku di van civînan de rola Rûsya û Çînê di têkiliyên navneteweyî de û kartêkirinên wê yên li ser aboriya dewletên ku bi van her du hêzan re li hev nakin nîqaş hatibûn kirin û ev civîn erênî derbas bûn.

Wehbî têkildarî lihevkirinên di civîna Rûsya û Amerîkayê de jî diyar kir ku li gorî biryarên ji civînê hatine girtin divê nakokiyên di navbera her du welatan de bên kutakirin û wiha pêde çû: “Pûtîn beriya civînê ji Biden daxwaz kir ku meseleya pevguherandina girtiyên her du aliyan yên ku wekî sîxûr hatine binavkirin lêkolîn bike. Her wiha di mijara çekên stratejîk û nukleerî de lihevkirinên heyî hatin nîqaşkirin.”

Wehbî ji bo têkiliyên Rûsya û Ukraynayê jî diyar kir ku Rûsya tehemûl nake Ukrayna beşdarî bazarên siyasî yên navneteweyî bibe û daxwazên ji bo tevlêbûna Ukraynayê ya ji bo NATO’yê jî ji bo Rûsyayê xeta sor e.

Ji bo Sûriyeyê çi tên sêwirandin

Ziyad Wehbî der barê Sûriyeyê de jî ev yek anîn ziman: “Di civînê de mijara Sûriyeyê bi awayekî rêk û pêk û berfireh nehat nîqaşkirin. Erê li ser destpêkirina civînên dualî lihevkirin çêbû lê di nav vê yekê de Sûriyeyê tune ye. Jixwe Biden di civîna çapemeniyê de Beşar Esad wekî sûcdarê şer tawanbar kir. Lê Rûsya di têkiliyên xwe yên hevbeş ên Sûriyeyê de berdewam e.”

Der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkiliyên bi Rêveberiya Xweser re jî Wehbî ragihand ku DYA dê piştevaniya xwe berdewam bike û wiha got: “DYA dê birêvebirina xweser ji bo Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) misoger bike û dê bi dewleta tirk re xebatên xwe yên li ser aramiya herêmê jî bidomîne. Ev yek jî dê bi tawîzên nû yên ku dê ji bo dewleta tirk bên dayîn pêk bê. Lê belê heta niha jî kes nizane ka ew tawîz çi ne. Lê belê li gorî gotegotan dê li Idlibê li hemberî hikûmeta Şamê parastina Tirkiyeyê bike.”

Merhaleyên nû ji bo Kurdistanê

Wehbî der barê têkiliyên di navbera HSD û PDK’ê de jî wiha got: “Divê Hewlêr fişar û zextê xwe yên li hemberî HSD’ê sivik bike, nexasim xebata çavdêriya xeta veguhastinê ya di navbera Hewlêr û HSD’ê de ku îstîxbarata PDK’ê dişopîne. Her wiha DYA dê ji Bexdayê vekişe, pê re li herêma Kurdistanê di sêgoşeya Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dearamiyeke jeosiyasî û stratejîk çêbibe, da ku bi hêsanî tevbigere.”

Girêdayî rola Rûsyayê de jî Wehbî ev xal destnîşan kirin: “Rûsya dixwaze rola Îranê qels bike û ev yek jî bi dilê Amerîkayê ye. Lê belê li ser Rêveberiya Xweser di navbera her du welatan de hê jî nakokî hene. Her wiha her du welat li ser venekirina eniyên şer yên li Colana dagirkirî jî li hev dikin. Armanca her duyan jî cuda ye lê. Amerîka parastina Israîlê dike lê Rûsya naxwaze bi Îranê re pirsgirêka bijî.”

Fikarên Çîn, Rûsya û DYA’yê

Wehbî diyar kir ku piştî civîna di asta bilind de di navbera her du dewletan de li ser asta şêwirmend, pispor û rayedarên her du dewletan de jî hevdîtin dê çêbibin. Bi vî awayî tê payîn ku bi bernamekirina hevdîtina di civîna asta bilind de  wezîrên karên derve jî hevdîtinan çêbikin. Wehbî têkildarî vê yekê got ku divê helwesta Çînê ya di vê pêvajoyê de neyê paştguhkirin, lewra têkiliyên Rûsya-Çînê fikaan li cem Amerîkayê çêdike

Ziyad Wehbî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Amerîka dê vegere û hevalbendên xwe li hemberî Rûsyayê bi kar bîne. Bi vî awayî dê Rûsyayê têxe nav rewşeke zehmet. Lê divê Rûsya jî li ser daxwazên xwe tundtir bibe. Binketin Amerîka-Rûsyayê ya ji hêla siyaseta cîhanî ve dê di vê pêvajoya pandemiyê de aramiyekê bi xwe re peyda neke.”