spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî aşkere kirin

Encamnameya Komxebata Şaredariyên Pirzimanî ya ji aliyê MED-DER û Komîsyona Rêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP’ê ve hatibû kirin, aşkere kirin.

MED-DER (Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê) û Komîsyona Rêveberiyên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 28 û 29’ê Hezîranê de bi mijara “Di rêvebiriyên herêmî de pirzimanî” û bi dirûşmeya “Dem dema parastina ziman e” bi beşdariya DBP, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî Ya Amedê, Rojnameya Xwebûn, Rêxistinên HDP’ê yên bajaran, Egitim Sen, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman, Komeleya Çandê, Hevşaredarên HDP’î, Komeleya Rosa, Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê, Baroya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Wêjekarên Kurd, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Komîsyona Ziman a HDP’ê, Kased, Pena Kurd, Saziyên Ziman, Parlementerên HDP’ê, akademîsyen, zimanzan, rewşenbîr û saziyên sivîl komxebatek li dar xistibûn.

Encamnameya komxebatê hat aşkerekirin

Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku di nîqaş û nirxandinên du rojan de, ji aliyê nûner û rêvebirên saziyên sivîl, hevserokên şaredariyan û beşdarên komxebatê ve tespîtên girîng û balkêş hatine kirin û bi biryareke hevpar a beşdarên komxebatê ev encam hatine diyarkirine

*Ji bo jiyeneke wekhev û azad, pêwist e reveberiyên herêmî di hemû xebat û xizmetên xwe de, zimanên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne xebatên pêşvebirin û xurtkirina van zimanan bimeşînin.

* Pêwist e li hemû saziyên reveberiyên  herêmî hassasiyetên gelê herêmê li ber çavan bên girtin, zimanê gelê herêmê  bê zanîn, axaftin bê pêşxistin.

* Bi polîtîkayên pişaftinê yên dewletê ku 98 sal in li ser zimanê kurdî tên meşandin, armanc kuştin û tunekirina zimanê kurdî ye. Pêwist e siyaseta kurd ji bo pêşîlêgirtina vê xetereyê xebatên navxweyî û navneteweyî bimeşîne.

* Pêwist e siyaseta me, li gorî daxwaza gelê me ya azadiya zimanan be û ev daxwaz di bernameya partiyên me yên siyasî de cihê xwe bigire.

* Di sedsala 21’emîn de hîn jî axaftina zimanê kurdî li saziyên fermî yên Tirkiyeyê qedexe ye û di belge û girtekên parlementoyê û dadgehan de wekî zimanê ku nayê zanîn derbasî girtekan tê kirin. Ji bo ku hemû derfetên ji zimanê tirkî re tên pêşkêşkirin ji bo zimanê kurdî û zimanên din ên ku li Tirkiyeyê tên axaftin jî bên pêşkêşkirin, dewlet dev ji polîtîkayên pişaftina zimanan berde, bi muxalefeteke xurt zext li hukumetê bên kirin.

* Pêwist e hemû prosedûrên fermî yên ku li pêşiya zimanê kurdî asteng in, ji meriyetê bên  rakirin, alav, amûr û materyalên ji bo pêşvebiriň û perwerdehiya Zimanê kurdî, ji aliyê dewletê derfet bên afirandin û pêşkêşkirin.

* Zarok siberoja civakê ne. Ji bo ku em karibin rê li ber pişaftina zarokan bigirin, pêwiste em li ser medya civakî listikên ku bala zarokan dikişînin yên wekî fîlmên karton, stranên zarokan li ser youtubê û hwd. Bi kurdî pêşkêşî zarokan bikin ku zarok ji amûrên pişaftinê yên li ser medya civakî dûr bikevin.

* Pêwist e pirtûk û kovarên ku dersên ziman ên bi kurmancî, kirmanckî û zimanên din di wan de cih digirin û bala zarokan dikişînin werin çapkirin û li zarokan bên belavkirin.

* Divê niqaş, nirxandin û tespîtên ku di vê komxebatê de hatine kirin, wekî pirtûkçe werin çapkirin û li gel û zarokan werin belavkirin.

* Di hilbijartinên xwecihî de ji bo hevserokên şarederiyan û endamên meclisên şaredariyan, pêwiste pivan û krîtera sereke zanîna zimanê gelê herêmê be û her hilbijartî xwedî feraseta pêşxistin û pêşvebirina zimanê Kurdî û zimanên din ên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar mane be.

* Ji bo ku pêla pişaftinê were şikandin û zimanê kurdî bibe xwedî statû, pêwiste teknîk û yeknelojî were bikaranîn, malper û torên medya civakî werin avakirin û bi vî awayî hişmendiya zimanên di xetereyê de ne were çêkirin.

*  Ji bo rêveberiyên herêmî yên pirzimanî û serkeftî, pêwiste komîsyoneke pispor were avakirin, mînak û modelên li welatên demokratik ên “Di Rêveberiyên Xwecihî de Pirzimanî” lêkolînan bike, ji van mînak û modelan sûd werbigire, bixe meriyete, di xebat û xizmetên Şaredariyan de pêşkêşî gel bên kirin.

*  Ji bo pêşîlêgirtina hevnefêmkirina nava nîfşan (dapîr û bapîr, dayîk û bav, zarok û nevî)yan, ji bo ku civak ji heft heta heftê salî bibe xwedî hişmendiya ziman, plansazî û bernameyên berfireh werin çêkirin.

* D nîqaş, nirxandin û pêşniyazên ku ji aliyê beşdarên komxebatê ve hatin kirin de, pêwistî û divêtiya lidarxistina mîhrîcanên çand û ziman derket pêş. Ev jî bû biryara hevpar a beşdarên komxebatê, ku di sala 2021’î de Mîhrîcaneke Çand û Ziman were li dar xistin.

* Di komxebatê de  pêşniyazên herî xurt û giranbuha ji aliyê beşdarên jin û dayîkên ku sembol û nîşaneya ziman in ve hatin kirin.

Her wiha ji aliyê jinan ve tespîtên; “Ziman ji bo gel û neteweyan, nasname û nîşaneya statuya siyasî ye. Jin jî nîşaneya jiyana azad a watedar in. Pêwiste di xebatên rêveberiyên xwecihî de ji bo ziman û jinan cudahiya pozîtîf her dem di meriyetêde be.

* Di çarçoveya xebatên “Rêveberiyên Xwecihî û  Pirzimaniyê” de, ji bo perwerdehiya ziman, dê di navbera MED-DER û Komîsyona Rêveberiyên Demokrarîk de  peyman were çêkirin.”