17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endamên SES’ê hatin binçavkirin

Polîsan vê sibehê di çarçoveya lêpirsînek hatiye destpêkirin de bi ser malên endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) de girtin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES’ê hatin binçavkirin.

Hevseroka SES’ê ya berê Gonul Erden li Dêrsimê, Endamê Desteya Rêveberiya Navendê ya SES’ê ya berê Fîkret Çalagan li Stenbolê, Rona Temellî li Wanê hatin binçavkirin.

Rêvebera navenda SES’ê ya berê Belkiz Yûrtsever, hevseroka giştî ya SES’ê ya berê Bedriye Yorgun, endamên SES’ê yê teqewîtbûyî Ramazan Taş û Erdal Turan di serdegirtinan de hatin binçavkirin.

Hêceta operasyonê nehat zanîn û tê payîn binçavkiriyan hemû bibin Enqereyê.