25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enflasyon çi ye?

Enflasyon bûhabûna  mal û xizmeta giştî ya  li welatekî ye. Enflasyon nayê wateya bûhabûna mal yan jî xizmeteke tenê.

Ji perwerdê heya tendirûstiyê ji xurek heya êmê heywan ji hêkan heya şîr û mast hertişt mijara enflasyonê ye.

Dema ku enflasyon dikeve ev nayê wateya ku bûhayê tiştan ketiye, tê wateya ku bûhayê tiştan li gor meha borî hindiktir zêde bûye.

Heke di mehekê de enflasyon ji sedî 1 zêde bûbe ev tê wateya ku ew malê giştî yê wî welêtê li gor meha borî ji sedî 1 zêde bûye.

Enflasyona salane ji sedî 30 zêde bûbe ev jî tê wateya ku mal yan jî xizmet ji sedî 30 zêde bûye.

Yanî mînak torbê arvan yê ku par 200tl bû,  bi enflasyona ji sedî 30 bûhabûna dibe 260 tl e.

200%30=60 200+60=260

Liv û tevgera enflasyonê li gor çend cureyan diguhere. Lê sedemên sereke ev in;

Biryar an jî atmosfera siyasî li ser enflasyonê bandor dike. Heke hikumet handan ango teşwîkê ji bo hilberînê pêşkêşke, wê çaxê mêjera berheman zêde dibe û biha jî dikeve.

Ji ber mêjera bêkarî an jî kêmbûne radeya karpêkirinê jî enflasyon zêde dibe. Li welatekî kesên nikaribin kar û xizmetekî bibînin qezenca wan jî pêk nayê. Ev jî nîşan dide ku hilberîna mal û xizmeta kêm e. Gava mal û xizmet kêm be bûha zêde dibe. Bi zêdebûna biha hilberîner hewldidin zêde kar bikin û karkeran jî digirin. Ev alîyekê enflasyonê ya baş e. Bi rastî radeyeke kêm û bi aram sûda wê baştire.

Dîsa zêdebûna mêjera bêkaran dibe sedem ku kes nikare tiştan bikire. Ev jî riya erzanbûyînê û daketan enflasyonê vedike. Di rewşeke weha de hilberîner jî newêre mal û xizmetan pêşkêş bike. Ev xeleqa kronîk ziyaneke mezin dide aboriyê.

Mêjera mal an jî xizmetan jî diyarde ye. Gava bi riya hilberînê, an jî hawirde ango îthalatê mêjera mal zêde be eflasyon dikeve. Dîsa di bihar û havînan de ji ber mêjara sebze û fêkiyan zêde ye bûhayê wan kêmtir e. Lê payîz û zivistanan

Li Tirkiyeyê saziya TUÎK’ê mehane û salane rêjeya enflasyonê bi gel re parve dike.

Di lêkolînek ku li Tirkiyeyê de hat kirin de encama ku derket dide zanîn ku di meha nîsanê de enflasyon ji sedî 2 noqte 4 zêdetir bûye.

Di meha çileyê de di xureka de enflasyon ji sedî 3 noqte 6,di meha sibatê de ji sedî 2 noqte 8, di meha adarê de 2 noqte 5, di meha nîsanê de jî ji sedî 2 noqte 3’ê zêdetir bûye.