spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ENKS’ê Eniya Aştî û Azadiyê ava kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku partiyên di Rêveberiya Xweser de cih digirin, ji bo hevdîtinên yekitiya neteweyî, bi navê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) ava kirin, Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS),  jî bi hin hêzên kurd, ereb û suyanî re Eniya Aştî û Azadiyê ava kir. Ji bo avakirina eniyê, li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt ) pêk hat.

Der barê avakirina eniyê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û hat gotin ku armanca eniyê avakirina Sûriyeke demokratik û nenavendî ye û ev tişt hat parvekirin: “Eniya Aştî û Azadiyê kar ji bo avakirina bingeha destûra bingehîn a nû ji Sûriyeyê re dike û taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mafên wan ên demokratîk li ber çav digire, bi armanca gihîştina bi dewletekê ku tê de mafên welatiyan, azadî, dadperwerî û wekhevî parastî be û baweriyê bi perensîba (Sûriye welatê hemûyan e û cihê hemûyan lê heye) dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de jî ev tişt hat gotin: “Eniya Aştî û Azadiyê piştevaniyê li çareseriya siyasî li Sûriyeyê li gor biryarên navdewletî û bi taybetî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 û daxuyaniya Cenêv 1 dike, ji bo daxwaza gel a veguherîna demokratîk, bo sîstemekê ku rêzê li mafên mirovan digire, serweriya yasayê û bikaranîna desthilatê bi awayekî aştiyane teqez dike û yekparebûna xaka Sûriyê diparêze.” QAMIŞLO

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê