spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ENKS’î bi wezîrê tirk re civiyan

Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) ku di nav komên bi navê “Muxalefeta Sûriyeyê” de bûn û di heman demê de nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû re civiyan.

Têkildarî hevdîtinê Çavûşoglû li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa kir hedef û got: “Em bi nûnerên rewa yên kurdên Sûriyeyê bi heyeta Konseya Neteweya Kurd re civiyan. Me piştgiriya xwe ya ji bo rola wan a di pêvajoya siyasî û Kolîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de diyar kir.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê yekitiya neteweya kurd destûr dabû ku partiyên girêdayî ENKS’ê buroyên xwe vebikin. Partiyên di bin banê ENKS’ê de herî dawî li bajarên Hesekê û Kobanê buroyên xwe vekiribûn.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî diyar kiribû ku ji bo bicihanîna xebatên yekitiya neteweyî înîsiyatîf wergirtine. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel nerazîbûn nîşanî serdana ENKS’ê ya Enqereyê da. ENQERE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê