Wednesday, Çile 26, 2022

Enqere ha ket ha ket

Zinar Ronî

Krîza aborî, siyasî û civakî li Tirkiyeyê her roj kurtir dibe. Van çend rojên dawî bi zêdebûna buhayê dowîzê pergala aborî ya Tirkiyeyê kete nav qeyraneke mezin. Li hemberî vê rewşê rayedar û endamên desthilatê daxuyaniyên balkêş didin. Hinek dibêjin qeyran tuneye. Hinek jî pêşniyarên sosret ên wekî “Li cihê goşt bi kîloyan distînin bila bi graman bistînin, li şûna bi kîloyan fêkî û sewzeyan dikirin, bi yekan/heban bikirin”, “Pêwist be em ê bi nan û pîvazê bi salan îdare bikin”, dikin. Dibêjin; “Kesên ku dibêjin em nikarin xwarinê bixwin bila li gewrebûn û xweşikahiya riyên duble û otobanan binêrin.”

Beriya şoreşa Fransa kralîçe Antonîtte ji gel re digot ‘Heke nan tune be bila paste bixwin’. Şikir ji xwedê re kralîçeya me tuneye û em ne bi kraliyetê têne birêvebirin. Serokkomarê me heye û first lady Emine xanim heye. Emîne xanim ne kralîçe ye ku bibêje nan tune be paste bixwin. Ew ewqas ne nezan e. Tenê dibêje ‘porsiyonên xwe hinek din biçuk bikin’. Dawiya kralîçe Antonîtte û kral Luîs herkes dizane. Piştî wan gotinan gel rabû serhildanê û kraliyet hilweşand. Her çiqasî behsa nan hatibe kirin jî sedema şoreşê tenê ne meseleya aborî bû. Niha li Tirkiyê jî mijara herî zêde tê ziman aborî ye. Krîza aborî li ser her tiştî tê girtin. Lê em dizanin ku bingeha vê krîzê feraseta antîdemokratîk û faşîzan e. Sedema herî mezin jî şerê qirêj ê ku li hemberî gelê kurd tê meşandin e. Heya niha behsa nelirêti û peywirkirina neheq tê kirin bes behsa şerê qirêj nayê kirin. Di butçeya salane de yek ji muxalîfan napirse ka berdêla vî şerî ji gel re çiqas?

Ji ber krîza aborî li gelek bajaran welatiyan bertekên xwe nîşan dan. Jin, xwendevan, ciwan, karker, rewşenbîr û ronakbîr di her derfetê de nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xuya dike ku hêviya hilweşîna desthilata faşîst her kêliyê xurt dibe. Di rewşeke wiha de hin derdor bang dikin ku kes danekevin sikak û kolanan. Bangewazî li rêxistin û gelê kurd dikin ku danekevin kolanan. Gelê kurd û rêxistinên gel tu destkeftin bi runiştina li malê bi dest nexistine. Lewma bihêlin bila ew biryara xwe bidin. Dema desthilat hilweşiya divê bi her awayî amade bin da ku carek din tu desthilat nikaribe gel û rêxistina gel ji nedîtîve were.

Sedema nelirêtî û peywirdarkirina neheq jî dîsa têkoşîna li hemberî gelê kurd e. Dewlet ji bo kesên demokrat û azadîxwaz neyên ser kar peywirê dide hevalbendên xwe. Kesên ku ji bo berjewendiyên aborî werin ser kar jî tu carî li dijî xeletî û neheqiyan dengê xwe bilind nakin. Her ku bêdeng dimînin êdî ew xeletî û neheqî dibin rastiya wan.  Di filmê ‘Dadgehên Nurnberg’ de ji wezîrê dadê yê Hîtler dipirsin: “Çima te ev peywir qebûl kir û li hemberî van  kiryaran bêdeng mayî?” Dibêje: “Fuhrer digot ‘welatê me di bin taluka dijmin de ye. Divê em xwe ji vê talukê rizgar bikin. Heya welat rizgar bibe mafê mirovan dikare were astengkirin, demokrat-sosyalîst dikarin werin girtin.’ Min jî wiha bawer dikir ku mijara sereke rizgarkirina welat e. Lê bi demê re ew rewşa awarte bû rastiya me.” Desthilata AKP-MHP jî di her kêliyê de behsa taluka hêzên derve dikin û dibêjin em şerê rizgariyê dikin. Piştî hewldana 15’ê Tîrmehê zagonên awarte xistin jiyanê û civak bi van zagonan birêvebirin. Jixwe feraseta desthilatê ji ber ku nedemokrat bû zirareke mezin dida welat. Lê piştî 15’ê Tîrmehê hêz hemû xiste destê xwe û xwest li gorî kêfa xwe welat birêve bibe. Dijberiya demokrasî û azadiyê çavê desthilatê kor kir û ew gav bi gav ber bi hilweşandinê ve bir. Niha jî hatiya lêvika tahtê. Piçek din biçe dê wer bibe.

Di têkçûna desthilatê de divê herkes giringiya tevgera azadiyê bibîne. Muhalefet jî divê bibine. Heke dixwaze pirsgirêkan çareser bike û bi rastî welat ji krîzê derxe divê vê rastiyê bibîne. Heqîqet wiha ye: Yên ku digotin ‘Kobanê ket, dikeve’ ew bixwe dikevin.

Tenê ne Tirkiye, desthilatên her çar dewletên dagirkeran heke dijminatiya kurdan hê jî bidomînin dê dawiya wan were. Niha li Suriyeyê heke Esad hê jî desthilat be ji ber pozîsyona Tevgera azadiyê ye. Tevgera azadiyê dijberiyeke dogmatîk li hemberî desthilatan nake. Yên bixwazin mafê gelê kurd nas bikin û dewletê bi zagonên demokratîk birêve bibin tevgera azadiyê wan nas dike û ji muzakereyan re jî vekiriye. Heke pirsgirêk bi muzakereyan çareser nebe wê demê riya berxwedanê vedibe. Heman tişt ji bo tevgerên kurd jî derbasdar e. Kîjan tevger û partî li hemberî tevgera azadiyê hevkariya dijmin bikin dê wekî desthilatan têk biçin û hilweşin. Tevgera azadiyê ji destpêkê ve ketiye nav hewldanê yekîtiya neteweyî. Li gel hemû êrîş û hevkariya hinek partiyan jî riya şerê navxweyî venekiriye. Lê mixabin hinek partî û hizb pozîsyona xwe ya dijberiya gelê kurd hê jî didomînin.

Serokê herema Kurdistanê Mesrur Berzanî di axaftineke xwe de gotiye ‘Heke Rojava dixwaze li ser lingan bimîne û nexwaze Tirkiye êrîş bike divê xwe ji tevgera azadiyê dûr bike.’ Berdevkên desthilata AKP’ê jî nikarin gotineke wiha bikin. Lê Mesrur li ser navê kurdan gotineke wisa dike. Heman taktîka AKP dimeşîne. Mesrur di cihê şîretan li Rojava bike bila li rewşa herema Kurdistanê binêre. Çend roj e xwendevanên zanîngehê xwepêşandanan dikin. Li hemberî xwendevanan êrîşên hovane tên kirin. Gelê Başûr di nav krîza aborî de ye. Tirkiyê dest daniye ser hemû çavkaniyan. Kurdistan ji xwe re kiriye  qada meşandina şerê taybet lê Mesrur dev diavêje Rojava. Bi hezaran welatî yên ku ji ber zilma rêveberiya Hewlerê reviyan; di sînoran de ji ber serma û birçîbûnê can didin. Lê ne xema Mesrur e. Ew hê jî hewl dide xwe ji Enqereyê re şêrîn bike. Lê bila yek jê re bibêje ku rewşa Enqereyê qet nebaş e. Ya baş bila hişê xwe bîne serê xwe.

Di sala 44’emîn a partiyê de tevgera azadiyê li tevahiya cîhanê hatiye naskirin û pêşengiya têkoşîna azadiyê dike. Tevgera azadiyê dibe ku carinan qels bibe, carinan derbe jî bixwe. Lê têk naçe. Tevgera azadiyê hêza xwe ji felsefe û hişmendiya azadiyê digire. Niha herin binêrin yên ku herî zêde rexne li tevgera azadiyê dikin sempatîzanên wê ne. Yên ku herî zêde li rexneyan jî guhdar dikin şoreşgerên tevgera azadiyê ne. Gel bi rihetî rexne dike û lê xwedî jî derdikeve. Cihê rexne-rexnedayîn hebe li wir pêşketin jî heye. Niha ewqas rexneyên ku ji bo tevgera azadiyê tên kirin heke di nav xwe de li PDK’ê werin kirin PDK nikare du rojan li ser lingan bimîne. Nikare rexne ragire. Lewma li ser xeletiyan siyasetê dike. Welat bifiroşe jî kes newêre dengê xwe bike. Îca niha Mesrur li ser navê dagirkeran şîretan li kurdan dike.

Enqereyê baweriya xwe bi DAÎŞ’ê anîbû. Hizir dikir Kobanê bikeve. Lê Kobanê neket. PDK jî baweriya xwe bi dewleta Tirkiyê tîne ku tevgera azadiyê têk bibe.

Hêzên PDK’ê ji ber DAÎŞ’ê revî revî paş ve vekişiyan. Bang li gerîla kirin ku dakevin bajaran ji bo gel baweriya xwe bi wan bîne û bajaran neterikînin. Lê îro li hemberî gerîla hevkariya dagirkeran dike. Mixabin dîsa jî hêza wan têra têkbirina azadiyê nake. Çawa Enqereyê gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe desthilata Hewlêrê jî heke ji van xeletiyan venegere ew ê jî hilweşe.

Gotineke pêşiyan heye:‘hesabê şaş ji Bexdayê dizîvire.’ Lê niha divê were zanîn hesabê şaş ji tevgera azadiyê dizîvire.