20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enstrumaneke jibîrkirî: Lîr

Hermes êvara ku diwelide, ji dergûşê derdikeve û diçe li ber kûsiyekî rûdine û ji pişta kûsiyekî lîrê çê dike. Her ku tiliyên xwe dide vê qalikê, deng û awazên xweş jê dibarin û li ber vî dengî direqise, dansê dike. Piştî çend salan Hermes rojekî diçe diziya çêlekên xweda Apollon. Dema xweda Apollon bi vê yekê dihese pir hêrs dibe û ji bo ceza lê bê birîn, bi milê Hermes digire û wî dibe gel xwedayê mezin Zeus. Hermes li wir radihêje lîra xwe, lê dixe. Zeus û Apollon bi hev re, ji dengê lîrê sermest dibin. Zeus hingî ku di bin bandora dengê lîra Hermes de dimîne li şûna ceza, cotek pêlavên ku perên wan hene diyariyê Hermes dike. Êdî ji wê rojê ve Hermes dibe wek derwêş û kahînekî ku rê û rêbazê nîşanî kesên ku di rê de mane dide û pêşengtiya ruhên di rê de mane dike.
Çîroka afirandina lîrê çîrokeke qedîm e û tenê ne wek çîroka li Yewnanistanê ji Lûviyan heta Sûmer û Misriyan enstrûmaneke ku li ser vê çanda qedîm afiriye û di rojên seyranê, xweşî û şahiyê de mirovan dilê xwe pê xweş kirine. Çêkirina lîrê îro, hema bêje tune ye û ev enstrûman her çûye navê wê tenê li ser fresko û amphorayan maye. Vêca ka em berê xwe bidin îro…

Nivîskar û mûzîkjen

Alî Eren Gul (35) ji navçeya Ovacikê ya Dêrsimê ye. Ji temenê xwe yê biçûk ve di nav kar û barên cûr bi cûr de şixûliye. Heman demê nivîskar û mûzikjen e. Gul ji zaroktiya xwe ve li ber enstrûmana pîroz mezin dibe û di temenekî biçûk de hînî tembûrê dibe. Lê her ku diçe dikeve nav lêgerîna hin enstrûmanên din û dawiya dawî lîrê ferq dike. Li Stenbolê di atolyeyeke biçûk de dest bi çêkirina lîrê dike. Gul ji bo pêvajoya lêgerîna xwe wiha dibêje: “Bi tu awayî heta vî temenî, di tu karî de min xwe wek hostayekî nîşan nedaye. Tim di nav lêgerîn, fikirandin û pratîkê de bûm. Ev yek di nivîskarî û mûzikjeniyê de jî ji bo min bi heman rengî bû. ”

Enstrumaneke jibîrkirî

Muzîkjen Alî Eren Gul wiha behsa destpêka çîroka xwe û lîrê dike: “Gelek cureyên enstrumanê ji aliyê gelek kesan ve hatibûn çêkirin. Lê belê enstrumaneke ev qas dîrokî û dengê wê bi çêj hatibû jibîrkirin. Hem lîr enstûmaneke şîrîn e û kêfê dixe dilê mirov. Ya din jî enstrumaneke ku li ser erdnigariya me hatiye afirandin. Ji aliyê Lûvî, Sumerî, Misir û Yewnanan ve bi şikl û taybetmendiyên cuda hatine afirandin. Enstrumana hatiye jibîrkirin heta serdema osmaniyan jî hatine çêkirin, piştî wê tu pêwendî pê nemaye û gihîştiye dawiya emrê xwe.”

Bi hilberînan em li ber xwe didin

Gul di axaftina xwe de bal kişand ser çêkirina lîrê û destnîşan kir ku ev enstruman herî dawiyê di dema osmaniyan de hatiye çêkirin lê belê li ser erdnîgariya osmaniyan hatiye afirandin ne diyar e û wiha pê de çû: “Di vê serdema modern de wek ez dizanim yekem kesê ku lîrê çê dike ez im. Lê rastiyek heye ku li vî welatî senteza hilberîn, afrînerî, huner û ya zanistê wek tiştekî nebaş e. Ji ber ku Tirkiye welatekî vasat e, welatekî ku di otelan de 33 kesan dişewitînin, welatekî ku bedena mirovan parçe parçe dikin. Li ser erdnîgariyeke bi vî rengî mirov dê nikaribe qala huner, zanist û filan tiştê bike. Lê em îro li hember vê hişmendiya qirker disa jî li ber xwe didin û diafirînin. Ez jî ji bo pêşerojê hê zêdetir biafirînim di rojên pêş de ez ê dest bi çêkirina lavta û tembûrê û hin amûrên din ên mûzîkê jî bikim.
Ji roja ku ez vê enstrumanê çêdikim; ji zarokan heta mezinan, ji kesên muzîkjen heta yên ku cara yekem enstrumanekî digirin destê xwe; eleqeyeke pir baş heye. Bikaranîna lîrê pir hêsan e jî.”
Di dawiya axaftina xwe de Alî Eren Gul bal kişand ser têkiliya di navbera tembûr, gîtar û lîrê û diyar kir ku îro her kes ketiye pey saz û gîtarê û ev tişt anî ziman: “ Saz û gîtar berê muzîkê bi gelemperî da terzekî erebesk û profîlên erebesk. Bi heman rengî pêvajoya çêkirina saz û gîtarê jî pir zehmet e. Li gel vê buhayê wan jî giran e. Jixwe buhayê gîtarê naye avakirinê, pir buha ye. Lê lîr hem dengekî qedîm û hem jî zêde ne