20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erbistana Siûdî ciwanek bi dar ve kir

Tevî ku li vî welatî cezayê darvekirinê ji bo ciwanên naşî û zarokan hatibû rakirin jî dîsa Erebistana Siûdî cezayê darvekirinê li ciwanekî birrî.  Cezayê darvekirinê li ciwanê bi navê Mustefa Haşim Derwîş yê ku niha 26 salî ye hate pêkanîn ku ji ber bûyereke di 2015’an de pêk hatibû û wê demê temenê wî 17 salî bû.

Li gorî rayedarên Erebistana Siûdî ev ciwan bi tewanbariya ku aramî û ewlekariya welat têk dibe hatiye girtin.  Derwîş bi tewanbariya ku êrîşî wesayiteke ewlekariyê kiriye û teqemenî çêkiriye bi cezayê darvekirinê re rû bi rû mabû.

Tevî ku piştî wê Derwîş îfadeya xwe guhertibû û gotibû min ew tewan di bin zext û işkenceyê de qebûl kiribû lê dîsa jî ew hat darvekirin.