Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Erd heye, deng jî kurdî ye

Bêrîvan Matyar

Radizêm jî folklor di devê min da ye û di serê min da ye. Weka gundekî, li ber te baxçê şengîn vedibe; her naz û nîmet tê da heye û geşayî tê da heye. Tebîet jiyandar e, dewlemendiyek ecêb e

Prof. Dr. Celîlê Celîl di rêya zanist, dîrok, wêje û folklorê da gelekî xizmet kiriye. Lê heyvpeyvîna me dê li ser qonaxa folklorê be. Serê ewil em malavahiya we dikin ku we deriyê pirtûkxaneya Prof. Dr. Casimê Celîlî li me vekir.

 Ji ber ku em niha li pirtûkxaneya Casimê Celîlî ne, pirsa me ya ewil li ser Prof. Dr. Casimê Celîlî ye. Hûn dikarin ji me ra hinek behsa bavê xwe û avakirina pirtûkxaneya wî bikin?

Ez zanim ji gund revîyane û piştî revê jî di sêwîxaneyê da mezin bûne. Bavê min tim behsa zaroktiya xwe dikir. Bavê min heşt salî bûye, berxvan bûye, bilûrê jî lê daye. Bavê min pêşeka elektrîkê distîne, piştî xilas dike. Îcar komsumol dişîne Bakûyê. Dibistana leşkeriyê çar salan dixwîne. Ji wir jî dişînin Tîflîsê ji bo zabitiyê. Wexta li Bakûyê bû elfabeya kurdî çêdibe û dixwazin kitabên resmî yên kurdî amade bikin. Kadro tune bûn. Yên ku elîfba çêkir bavê min nas dikir. Ji bavê min re name şandibû. Bi vî awayî bavê min dest bi xebatên kurdî dike û hîmên wan xebatan datîne. Paşê weşanxane vekirin û gazî bavê min kirin ku bavê min kitêban çap bike. Ji rewşenbîran ê ku mala wan hebû mala me bû, mal dabûn bavê min. Çimkî weşanxane spartin bavê min.

Wê çaxê min li sê ciyan kar dikir; hem unîversîte, hem akedemî hem jî enstîtuya pedagojiyê. Min hinek tişt dan hev heta du salan kişand. Her carê min tiştek dikir, tişta din dima. Paşê jî ev tişt, ev tişt. Hêdî hêdî min ava kir. Min çêkiriye, min hazir kiriye, ev e privat e. Kes nikare bibêje min pere daye û çêkiriye kadro jî ji malbatê ye. Heta min par jî kevirê dîwêr daniye. Dîwarê lê kir. Min tonek, hezar kîlo kitêb ji Yêrîvanê bi teyarê şand û ez hatim, min girt. Arşîva min pir e; mektûbên gelek girîng hene; salên 60’î Bedirxan ji min ra name nivîsiye, yên din nivîsîne.

Niha jî ez li ser înternetê li kitêban dinêrim û dikirim. Lê kitêb gelek in lazim e, hûn bigihînin me. Li ser kurdan çi kitêb çap dibin, hûn bigihînin min. Ez îro heme sibê tune me. Lê bira li vir hebe tijî be. Ez têm dibêjim; çi qas giran be ew qas çetîn e xerakirin.

 Prof. Dr. Casimê Celîlî ne tenê pirtûkên zimên û folklorê çap kirine. Yên der barê sîyasetê de jî çap kirine û yek ji wan “Manîfestoya Komînîsta” ye. Gelo ew pirtûk jî bi kurdî hatibû çapkirin û ew jî li vir e? Dibe ku îroj mirov ji nû ve çap bike?

Erê, gelek kitêbên bi kurdî hene; ya Marx, ya Engels, Kapîtal jî heye lê şaxek biçûk e çimkî Kapîtal mezin e. Robînson Crusoe, Tolstoy ji wan tiştên biçûk dîsa bi kurdî hene, hatine çapkirin. Lê îroj bazara wan tune ye lewma kes ji nû ve çap nake, kesekê ku xwe bide berê hebe, ez ê bihêlim bira çap bikin. Heger weşanxaneyek hebe çap bike, dê baş bibe.

 Di arşîvên Osmanîyan û hin arşîvên biyaniyan de li ser nexşeya dinyayê cihê Kurdistanê heye. Prof. Dr. Casimê Celîlî jî yekemîn bi kurdî nexşeya dinyayê çêkiriye. Hûn dikarin ji me ra behsa vê nexşeyê bikin? Di vê nexşeyê da jî cihê Kurdistanê heye?

Ev nexşeya dibistanê bû, ji bo zarokan, şagirtan bû. Zarok jê cografiya hîndibûn. Bavê min nikaribû Kurdistanê nexş bike. Çimkî ermenan wê çaxê digot, ew erdê me ye. Ew dewlet bûn, em bindestê wan bûn. Tiştên wisa nedihiştin. Sovyetê jî nedihişt nasyonalîzm çêbibe.

 Bingeha avakirina vê pirtûkxaneyê li ser kîjan esasan e? Pirtûkên ku di vê pirtûkxaneyên de ne, tev li ser kurd û Kurdistanê ne?

Du şertên girîng hene; yek bi zimanê kurdî her tişt heta kitêba dibistanê, ji bo dersan. Bira încîl be bira quran be. Ya din jî; bi hemû zimanan li ser kurdan çiqas pirtûk, rojname, kovar hebin li vê kitêbxaneyê hene.

Me dil kir ku em biçin Erîvanê, mala Prof. Dr. Casimê Celîlî û serdana Cemîla Celîl ku xebat û keda wê jî nayê gotin, lê li hev nehat. Em dixwazin hûn ji me ra hinekî behsa wê jî bikin?

Her du xwişkên min jî di meşa me da ne, Zînê jî gelek kar kiriye. Tercûman e; li Unîvesîteya Moskovayê li ser navê Maksîm Gorkî xilas kiriye. Vê çaxê ji kurdan sê kes vê derê xilas kiribû; Mikaîl Reşîd, kurê Emînê Evdal û Zîna xwişka min. Kitêb ji kurdî wergerandine rûsî û zimanê lîtovî. Kitêbek ku efsûn û çîrokên kurdî bûn, Zînê wergerandibû rûsî û me ew çap kir. Paşê ji rûsî wergerandin şeş zimanên din û çap kirin. Zînê par kitêbek din jî çap kir. Cemîle zaten muzîkolog e û di radyoya Yêrîvanê da xebitiye. Bîst û pênc kitêbên wê hene. Wexta ez klaman tînim, Cemîla dike nota. Niha jî xebateke wê heye; 13 stranên botî bi nota dike.

 Hûn dibêjin ku, ‘Di mirovan da mora qederê ziman e ‘ û ‘ya ku ziman xwedî dike folklor e.’ Hûn dikarin ji me ra behsa vêya bikin?

Folklor çi ye, dengê kal û bavê me ye. Wextê çîrok dibêjin, çawa bihîstine na, ne tenê deng. Bi çi merîfetî dibêjin. Kulfetek hebû, min jê dinivîsî paşê kurê wê mezin bû. Digot ‘ez jî çîrokan dizanim bibêjim, dêya min ji me ra digot. Dêya min ji bîr kiriye lê tê bîra min.’ Dest pê kir û got lê helbet çawa dêya wî digot wisa nikaribû. Digot û digot lê dêya wî navbêrî kir û got ‘tu çawa dibêjî? Hinekî zindî bibêje, xweş bibêje.’

Çîrokek ku min qeyd kiriye û nivîsiye, di arşîvê da heye. 35 rûpela A4 e. Wisa têr û tije û dagirtî ye. Lê Cemîla xwişka min wê çîrokê rûpel û nîvek qeyd kiriye. Way min got ev çi derb bû, xençerek bû, ciwaniya vê çîrokê tune ye. Gotiye: ‘Dêw hat, dît yek rûniştiye, şûrê xwe derxist û lê da…’ Lê çîroka din dibêje: ‘Ha haaaaa! Çêjikê kurîşanooo! Waa çend sal e, ez li hêviya te me. Birîna diranê mi naka wê qenc bibe. Ti dikevî ber diranê mi, ez texmîn jî nakim ti ketiye ber derê min jî. Toz û dûman rabû, firtûne rabû, dinya li hev ket. Gotin çi bûye çi nebû, dinya xera bûye? Gotin filankes e hatiye…’ Çîrok, çîrokbêjî hûner e, hûner nema ye. Ziman feqîr bûye, fantazî tune ye.

Tiştek din jî ku di destanan da jî heye. Wexta dengbêj distran, xanim jî li jorê di odeyên xwe da dibihîstin, kulfet hene, qîz in, met in, qîzmet in, cînar in lê nikarin werin civata dengbêjan. Ew jî ji mêrê xwe ra dibêjin ‘Îcar dora me ye, bira bê ji me ra bistrên.’ Îcar ew dengbêj rojek du roj jî diçû cem wan bistrê. Îcar zarokên me hişyar bûne û dibêjin folklor lê folklor nemaye. Ew fîlosofiya ye, zimanê kurdî ye, helbest e. Li Colemêrgê derwêşek hebû min ji wî gelek tişt qeyd kirin; yên sûfiyan bûn. Kurdî ne, helbest in, zarkî ye, zardîlî ye.

Erd heye, deng jî kurdî ye. Dayik erd e û dengê dayikê ziman e, ziman jî kurdî ye. Dê erd e ku şîr dide me, şîr ji bo zarokan çi ye; av e, xwarin e, jiyan e. Zarok heta mezin dibe hezar tişt dixwe. Ew jî ziman e ku dîsa ji dayikê tê digihijê. Ew tişt heta silsilê diçe lê dayik dimîne.

 Hûn dibêjin ku “Em li ser xezîneyê ne û ew winda dibe, binax dibe û mişk dixwe.” We têra xwe berhevkariya folklorê jî kiriye. Lê gelo hûn dîsa jî bi vê diêşin?

Haaaah! Pê diêşê hindik e. Xewa min direve. Ez niha dizanim, mesele tê ser kîjan mijarê, birîna min vedibe. Ez îro jî şiyar bûm û min got Kurdistan li wir e, kurd li wir in, folklor li wir û ez li vir ji xew şiyar dibim. Dîsa pê êşiyam. Xelk êdî xwe bi xwe ra nastrê, civak(t) tune ye, perçe heye. Berê bindarok hebûn, diçûn malên hev, ber tevnê rûdiniştin hezar gilî hezar gotin. Min digot ez ê li vê derê, li baxçe tendûrek çêbikim bira kurd, kulfet werin. Ew ê arê min jî hebe, nanê xwe bipêjin, li gorî min ji min ra jî bipêjin. Îcar ew ê baş bibe. Min ji kê ra got lê kes xwe nade berê, hewl nedan. Dê hinek şabûn jî hebûya. Lê wekî tendûr hebe, nanê kurdî hebe. Ka ji viya çêtir çi heye. Yanî tune ye, tune ye.

Ez xwe hêsan dikim li ser folklorê. Radizim folklor di devê min da ye û di serê min da ye. Weka gundekî, li ber te baxçê şengîn vedibe, her naz û nîmet tê da heye û geşayî tê da heye. Tebîet jiyandar e, dewlemendiyek ecêb e. Folklor jî ji bo min wisa ye. Wextê dicivin, ez dibêjim ya rebî ez nagihînim. Ev jî zane, ew jî zane. Ez zanibim, ciyekî xezîneyek hebe ez ê herim, li wir bimrim jî ez ê herim.

Em dizanin ku hûn piştî sovyetê cara ewil çûne rojavayê Kurdistanê û berhevkariyê kiriye. Niha jî hûn dixwazin berhevkariyê bikin û her carê keysa we çêdibe, hûn berê xwe didin bakurê Kurdistanê û berhevkariyê dikin. Dema mirov ji aliyê folklorê ve bide ber hev, her du alî cudahiyan dihewînin gelo?

Suriye, weka wextê yek nexweş dikeve dişînin rehabîlîtasyonê, ji bo ku bê ser hişê xwe û bi derman birînên wî bikewitînin. Suriye rehabîlîtasyon bû ji aliyê çanda kurdî, zimanê kurdî ve. Tije bû, xurt bû, poet jî hebû; helbestkî bûn, bi kafî bûn. Îcar min sê cild hazir kiribûn. Yek jê jî pexşan bû. Tradîsyonên wan hebûn. Heta salên 90’î, ji wir pê ve êdî yanî di sedsala 21’emîn de gelek awayên siyasî çêbûn.

 We gelek destanên kurdî ji zarbêjan guhdar û qeyd kirine. Destana ku herî zêde tesîrê li we kiriye, ya hûn herî zêde ji hez dikin kîjan e?

Tu zanî çi ye, (dikene) ev pirseke balkêş e lê bersiv lazim e. Îcar nas û cînaran ji dêya min dipirsîn; ‘Xanim tu herî zêde ji her çar zarên xwe ji kîjanê hez dikî?’ Dêya min digot ‘Ew çar tilî ne, her çar zarên min in. Tu yekî jê bikî, birîn bikî ferqiya êş û xwîna wan çi ye? Êşa wana gişka yek e. Heger birîn bûn, her çar tilî jî weka hev diêşin. Zarokên min jî wisa ne.’ Naka her destanek cewahirek e. Wan cewahiranan torekê çêdikin. Awa zengîniyek pir mezin a çandê ye. Tu yekî derxî; Mem û Zîn derxî kêm e, Cembelî derxî kêm e. Destanên mêrxasî û evîniyê hene û tev bûyer in.

 Hûn dikarin behsa projeya xwe ya “Bîst û Pênc Cildên Zargotina Kurdan” bikin? Dê her cûreyên zargotinê tê da cih bigirin? Yan jî ew ê berhevkariya we ya salên dawîn jî dê têda hebin?

Me civandiye û naka ez ê 25 cildan çap dikim. Me heşt cild çap kirine, naka dîsa du-sê cild amade dikim. Zû zû dikim çimkî êdî ji min ra wext nemaye. Ez bigihînim 25 çap baş e. Ku zêde be hê baştir e. Destan in, hem navên dengbêjan hem fotoyên wan ên bi rengîn hene. Ji bo ku her kes gelê kurd nas bike; welatê wan, cografiyaya wan. Mesela destana kela dimdimê bi fotoyên rengîn e. Bira mîmariya Kurdistanê zanibin. Wêneyên Keleha Colemêrgê dused sal berê û wêneyên dewra me jî hene. Dixwazin şopa kurdan hinda bikin lê wisa şopa kurda hinda nabe. Du cild, stranên mêraniyê û şeran, du cildên kamil çîrok in. Cildek heyranok jî, du cild jî govend, cildek ya şînê jî heye.

Nivîskar, lêkolîner, zargotinzan û dîroknas Celîlê Celîl, di sala 1936’an de li Êrîvanê hatiye dinyayê. Celîl li Zanîngeha Yêrîvanê û rêkxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê xwendiye. Di sala 1963’an de profiya xwe ya di warê kurdnasiyê de wergirtiye. Paşê ew li welatê Nemsa bi cih bûye û li Akademiya Zanistî ya Nemsayê xebitiye. Celîlê Celîl heta niha nêzîkî 40 pirtûk nivîsandine. Ji van pirtûkan 20 heb bi zimanê kurdî nivîsandine. Pirtûkên wî li zimanên rûsî, ermenî, erebî, tirkî û zaravayê soranî hatine wergerandin.