25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan: Em dikarin bi Talîbanê re li hev bikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kibrisa Bakur piştî nimêja îdê axivî, diyar kir ku ew dikarin ewlehiya balafirgeha navneteweyî Hamid Karzai ya Kabîlê bigirin ser xwe û ji bo vê yekê jî 3 şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir.

Erdogan destnîşan kir ku ew dikarin ewlehiya balafirgeha Kabîlê bigirin ser xwe û wiha got: “Divê wekî destpêkê Amerîka di têkiliyên dîplomasiyê de li gel me cih bigire. Di warê lojistîkê de çi hêza wî hebe dê dewrî Tirkiyeyê bike û wekî aborî dê destek bide Tirkiyeyê. Ger ku van şertên me pêk werin em dikarin ewlehiya balafirgehê bigirin ser xwe.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser aciziyên talibanê û ev tişt anî ziman: “Talîban çawa bi Amerîkayê re hevdîtin kirin, van hevdîtinên xwe divê bi Tirkiyeyê re hîn hêsantir be. Çimkî aliyekî Tirkiyeyê yê li dijî baweriya wan tune ye. Ji ber vê yekê jî îhtimala ku em hevdîtinan bikin û li hev bikin heye. Hinek alternatîf jî hene û em li ser wan jî dixebitin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Talîban di 5’ê tîrmehê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku piştî meha îlonê çi hêzên ku li Afganistanê bimîne dê wekî hêzên dagirker bên dîtin û ew ê li gorî wê nêzik bibin.