spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan li riya revê digere lê…

H. Halît Alaçati

Îktîdara AKP-MHP’ê ji 2015’an heta niha şerek topyekûn li hemberî kurdan dimeşîne. Armanca vê bloka nijadperest têkbirina Tevgera Azadiya kurd û gelê kurd bû. Ji bo vê tiştek nekirin nema. Hemû sûcên mirovahiyê li hemberî gelê kurd kirin. Derfetên dewletê yên leşkerî û aborî hemû di vê riyê de seferber û xerckirin.

Ne tenê derfetên dewletê, hewl dan derfetên dewletên derveyî jî di vê riyê de bi kar bînin. Dîplomasiya xwe li ser bingeha şerê topyekûn avakirin. Derfetên dewletê ji bo li hemberî kurdan piştgirî ji derve bigirin pêşkêş kirin. Têkiliyên bi Rûsya, DYA û YE’yê di serî de li tevahiya cîhanê li ser vî esasî sazkirin. Îltîmasên mezin dan dewletên din.

Armanca wan ew bû ku di demek kin de Tevgera Azadiyê tune bikin. Îlhama xwe jî ji Modela Srîlankayê girtibûn. Ji bo wê Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu ji xwe bawer diaxivî û wiha digot: “Tenê kesek jî navê PKK’ê bîne ziman li ser vê axê namîne.”

Lê hesabên wan li gorî hêviyên wan nemeşiyan. Tevgera Azadiyê bi tecrûbeya xwe ya pêncî salan qada şer berfireh kir û asta êrîşan bi demê re qels kirin û vala derxistin. Îktîdara nijadperest a ku dixwest bi şokekirina civakê serkeftinê îlan bike, kete nav qeyranek kûr.

Niha di aliyê dîplomatîk de nikare xwe bizêve. Li Lîbya, Sûriye, Deryaya Spî xitimî. Ji ber ku hêza wê ya şer fînanse bike tune ye, paşve gav avêt. Êdî nikare li ser çîrokên serkeftinê yên derveyî nijadperestiya hundirîn konsolide bike.

Di qada navneteweyî de bi temamî teşhîr bû. Li deriyê kîjan dewletê dixe bi lîsteyek tawîzan a dirêj re rû bi rû dimîne. Tawîz li ser tawîz dide lê ligel vê yekê jî nikare piştgirî bigire. Niha ji bo ‘eferimekê’ ji DYA û Ewropayê bigire li Afganîstanê notirvaniya van welatan qebûl dike. Lê vê carê jî bi Çîn û Rûysa, Îran û Afganîstanê re tê hember hev.

Di aliyê aborî de têk çû. Erdogan gelek caran digot: “Em di şerê li hemberî PKK’ê de leblebiyan bikar nayinin”. Bi vê yekê dixwest kes ji qeyrana aborî loman neke. Di encama şerê li hemberî kurdan de di asta topavêtinê de ye. Her roj zam li ser zamê dike lê nikare çare peyda bike.

Qeyrana siyasî dijî. Qasî qeyrana aborî kûr dibe, di politikaya derveyî de tawîz dide qeyrana sîyasî kûrtîr dibe. Êdî zelal e ku AKP û MHP bi serê xwe nikarin bibin îktîdar. An dê bi zora çekê li ser îktîdarê bimînin an jî dê riyek din peyda bikin.

Di dilê wan de bijartek bi zora çekê li ser desthilatdariyê bimînin heye. Bes nizanin dê emcama vê yekê çawa bibe. Ji ber ku ji sedî 60’ê civakê li hemberî wan e. Qeyrana civakî jî gelek kûr kirin. Bi nijadperestiyê tovê kîndariyê di nav civakê de kûr kirin. Teqînek civakî dê bibe dawiya wan û dûndeha wan.

Erdogan hem bi xwe û hem jî girseya xwe di astek jor de bi jehra nijadperestiyê gêj kir. Êdî nikare bi MHP’ê re li ser îktîdarê bimîne. Ji bo riyek din biceribîne divê xwe ji MHP’ê xilas bike. Lê vê carê nizane ka dê girseya xwe ya jahra nijadperestiyê pê dayî vexwarin çi bertek bide. Çiqas dê bikeve dû MHP’ê. Her wiha nizane MHP dê çiqas kirasên wan ên qirêj deşîfre bike.

Bi vê boneyê ye Erdogan li riyekê digere. Lê sûc û gunehên wî ewqas mezin in, ne mimkûn e ku riyekê peyda bike. Dixwaze Îyî Partiyê (ÎP) bikişîne cem xwe. Lê kes nikare destê xwe dirêjî kesê winda dike, bike. Nexwe ew jî dê winda bike. Ji bo vê ÎP’ê heta niha xwe nêzî Erdogan nekir.

Riyek din a li pêşiya Erdogan ew e ku alîkarî ji kurdan bixwaze. Gera wî ya Amedê hinek di vê çarçoveyê de hate xwendin. Lê ji 2015’an heta niha gelek tişt guherîn. Êdî ne Tevgera Azadiyê ne kurd ji Erdogan bawer nakin. Erdogan li hemberî têkoşîna gelê kurd winda kir. Gotinên wî yên li Amedê encama vê yekê bûn.

Têkoşîna Tevgera Azadiyê Erdogan heta ber lingê kurdan anî. Li vir behsa ‘Pêvajoya Çareseriyê’ kir û li ser vê yekê giliya Tevgera Azadiyê ji bo kurdan kir. Lê gelê kurd Tevgera Azadiya xwe baş nas dike. Dizane hêza Erdogan anî asta gilîkirinê têkoşîna bêhempa ye. Ji bo wê guh neda daxuşaniyên Erdogan ên rastiyan berovajî dikin.

Dema Erdogan bi dawî bûye. Rewşa Erdogan divê ji bo hemû îktîdarên Tirkiyeyê bibe mînak. Divê bibînin ka şerê li hemberî kurdan mirov, partî û dewletan tîne kîjan rewşê. Dixe nav qeyranên aborî, leşkerî, civakî û siyasî. Neçar dike li hemberî dewletên cîhanê dest veke, parsektiyê bike û tawîz li ser tawîzan bide.

Têkoşîna Tevgera Azadî û gelê kurd jî her roj zêdetir li Kurdistan û cîhanê belav dike.