24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êrîş li dijî hebûna gelê kurd in’

Bi destpêka êrîşên dewleta tirk ên çekdarî yên li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê, her diçe dengê nerazîbûna rewşenbîr, zana, nivîskar û bi giştî dengê gelê başûrê Kurdistanê, li dijî van êrîşan bilind dibe. Êrîşên dewleta tirk wek hewldanên dagirkirina axa başûrê Kurdistanê tên pênasekirin û banga yekhelwestiya li hemberî van êrîşan tê kirin. Her wiha bal tê kişandin ku dewleta tirk metirsî ye ji bo siberoja Kurdistanê.   

Nivîskarê ji başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. Kerîmî ev êrîş weke êrîşên li dijî hebûna gelê kurd pênase kir û bang kir ku divê her kes li ber vê yekê rabe.

‘Kurdan serî netewand’

Kerîmî bi bîr xist ku welatên Kurdistan dabeş kirine tu carê hebûna kurdan qebûl nekirine û ji van dijminan dewleta tirk ji hemûyan xirabtir e. Kerîmî diyar kir ku dewleta tirk civakên ne tirk hemû tune kirin, lê kurdan tu carê serî li ber dijmin netewand û her carê serî rakir.

‘Hebûna kurdan qebûl nake’

Nivîskar Kerîmî destnîşan kir ku dewleta tirk bi tu awayî çand, ziman, cihlûberg, hebûn û nasnameya gelê kurd qebûl nake û wiha got: “Dewleta tirk her sal êrîşî destkeftiyên başûrê Kurdistanê dike, dîsa Îran topbaran dike, Heşdî Şebî hêdî hêdî êrîş dike. Dewleta tirk ji Efrînê dest pê kir, piştre êrîşî gelek deverên din ên Rojava kir, lê di rastiyê de li ser wan axan Tirkiye biyanî ye û hebûna wê ne rewa ye. Ji bo wê divê welatên rojavayî li hember vê rabin û qebûl nekin. Ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn terorê ava dike.”

‘Divê kurd baldar bin’

Kerîmî têkildarî polîtîkaya Amerîkayê ya li ser herêmê û nêzîkatiya wê avixî û diyar kir ku divê em gelê kurd lî hemberî polîtîkaya durû ya Amerîkayê baldar be. Kerîmî got: “Divê em dengê xwe li civaka navdewletî bilind bikin ku eger kêmek be jî rewşenbîrî û mirovahî lê mabe. Divê zext li Amerîkayê bê kirin û bê nîşandan ku Tirkiye ji bo hemû welatên herêmê metirsî ye, lê tevî vê jî Amerîka çavê xwe li vê digire.”

Avakirina hêza niştimanî

Kerîmî diyar kir ku yek ji sedemên herî esasî ew e ku kurd ne yek in û bi dehan sal in kurdan nikaribûye hêzeke niştimanî ava bikin. Kerîmî wiha domand: “Her hêzeke siyasî çekdarên xwe hene. Eger me bikaribûya hêzeke niştimanî ava bikira, wê demê wê Heşdî Şebî li Pirdê nikaribûya 2 pêşmerge şehîd bikira. Tirkiye wê nikaribûya êrîşî çiyayên Kurdistanê bike.”

Rexneyên li PDK’ê

Nivîskar Elî Kerîmî herî dawî rexne li Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) girt û bi bîr xist ku di dema referandûmê de dewleta tirk heqaret û henekên xwe bi Kak Mesûd Barzanî û PDK’ê kir û wiha got: “Tevî van hemû heqaret û henekan jî PDK rê dide Tirkiyeyê û hevkariya wê dike ku bikeve nav axa başûrê Kurdistanê. Eger PDK hevkariyê bi Tirkiyeyê re neke, bi tu awayî Tirkiye nikare bikeve nav axa başûrê Kurdistanê.”