25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li dijî nexweşxaneyê sûcê şer e

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê tebaxê de li dijî maşîneya Fermandarê YBŞ’ê Saîd Hesen û biraziyê wî êrîşa heyawî pêk anîn. Di êrîşê de Seît Hesen û biraziyê xwe Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan. Di 17’ê tebaxê de balafirên şer vê carê berê xwe dan Nexweşxaneya gundê Sikêniyê û nexweşxane bombe kir. Di êrîşa li dijî nexweşxaneyê de 4 xizmetkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê li pêş Nexweşxaneya Şehîdan a Xanesorê  daxuyanî da.

Nexweşxaneya me di xizmeta gel de bû  

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê Necla Newaf bibîr xist ku di 17’ê tebaxê de balefirên Tirkiyeyê êrîşî nexweşxaneya Sikêniyê kiriye û wiha got: “Di vê dema belavabûna vîrusa korona de, ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, nexweşxaneya Sikêniyê bi hemû xebatkarên xwe ve bi dil û can pêşwaziya hemû nexweşan dikir. Ruxmî hemû astengiyan û nebûna destekê ji aliyê dewletê ve jî, bi berdewamî nexweşxaneya me di xizmeta gel de bû. Ev nexweşxaneya me bêyî ferq û cidahî xizmeta tevhiya gelên li herêmê dikir. Em weke Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê,  soz didin hemû hevalên me yê ku şehîd ketine. Heya dawî emê xebata xwe bidomînin.”

Bijîşk herêma Firatê êrîş şermezar kir

Bijîşêkn herêma Firatê jî nerazîbûn nîşanî êrişa Tirkiyeyê dan û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku saziyên mirovî û tibî ji êrişan biparêzin. Bijîşkan li ber nexweşxaneya Kobanê daxuyanî dan. Bijîşk Bextiya Hisên  êrîş şermezar kir û wiha got: “Em êrişên dewleta Tirk a li ser nexweşxaneyeke li Şengalê şermezar dikin. Di êrîşê de şervan û xebatkarên tenduristiyê jî di navde 8 kes şehîd bûn. Hikumta Tirk bi vê êrişê careke din qanûnên navneteweyî bin pê dike.”