25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa li Eyn Îsayê encama bêdengiyê ye

Tirkiye di êrîşên dijmirovî yên li hember kurdan de israr dike. Ji aliyekî ve malbatên kurd ên li bajarê Tirkiyeyê bi awayek sîstematîk û bi rengekî nijadperest tên qetilkirin, ji aliyê din ve jî arteşa tirk li Rojava û Başûr dijminatiya xwe bi êrîşên hovane didomîne. Li hemberî vê hovîtiya Tirkiyeyê ji hêzen navneteweyî heta niha jî tu deng derneketiye.
Tirkiye bi boneya ku kurd nebin xwedî statûyek û destkeftiyan kurdan tune bike dijminatiya xwe di her qadê de dike. Li bajarên Tirkiyeyê dar û daristan dişewitin lê derd û kulê dewleta tirk tunekirina statû û destkeftiyên gelê kurd e.

Êrîşa li Eyn Îsayê

Herî dawiyê artêşa tirk di 4’ê tebaxê de bi hêzên girêdayî xwe êrîşî gundê Sefawiyê yê navçeya Eyn Îsayê kir û di encamê de bav û sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û dê û keça xwe jî birîndar bûn. Li hember vê yekê bi sedan şêniyên Eyn Îsayê bi meşeke girseyî komkujiya dewleta tirk û komên girêdayî wê pêk anîn, şermezar kir.
Têkildarî mijarê koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê axivîn û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê komkujiya şermezar kirin.

Bêdengî dibe sedema qirkirinê

Azad Îbiş ê niha li kampa Berxwedan dimîne der barê mijarê de axivî û diyar kir ku di encama bêdengiya hêzên navneteweyî de Tirkiye êrîş dike û wiha got: “Dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên ku me ji cih û warê me koçber kirin, hîn jî komkujiyan li dijî me pêk tînin. Kesên ku îdiaya parastina mirovahiyê dikin heta niha jî li hemberî vê yekê tu bertek nîşan nedane. Piştî ku li dijî şêniyên Efrînê gelek komkujî pêk anîn ku di encama wê de bi dehan zarok, jin û kal û pîr bûn qurban, vê carê li navçeya Eyn Îsayê mala sivîlekî kirin armanc û di encamê de bav û 3 zarokên wî şehîd bûn û hevjîn û keça wî jî birîndar bûn.”

‘Çima bêdeng in’

Îbiş dest nîşan kir ku bi awayekî lezgînî divê rê li ber êrîşên Tirkiyeyê were girtin û ev tişt anî ziman: “Heta kengî dê dagirkeriya tirk û çeteyên wê sûc û komkujiyên li dijî me pêk bînin, heta kengî dê gundan wêran bikin, zarokan koçber bikin û bav û dayikên wan ên bêguneh qetil bikin. Heta kengî dê cîhana ku îdiaya parastina mirovahiyê dike li hemberî vê yekê bê deng be û çavên xwe bigirin?”

‘Qaşo garantor e’

Welatiyê bi navê Elî Xelîl jî bêdengiya Rûsyayê ku îdia dike garantorê rawestandina êrîşên dewleta tirk û parastina gel e, şermezar kir û wiha got: “Çavên xwe li ser komkujiyên ku dagirkeriya tirk pêk tîne digire û domandina pêkanîna sûc û komkujiyan li Eyn Îsayê jî xizmeta berjewendiyên wê yên bi Tirkiyeyê re dike.”

Dê berxwedan bidome

Elî Xelîl di dawiyê de got ew ê berxwedana li hemberî planên dagirkeriya tirk û çeteyên wê berdewam bikin û bang li aliyên hiquqî û mirovî kir ku li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erka xwe ya mirovî û ehlaqî rabin.

Hevgirtin…

Ciwana bi navê Sîdra Hemo jî komkujiya li dijî malbata Zêdan El-Îsa ya li Eyn Îsayê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hemberî planên dagirkeriya tirk û komên girêdayî wê hevgirtina xwe ava bikin.