Sunday, September 19, 2021

Êrîşên 24’ê Tîrmehê

Felemez Ulug
Xweşkanî

24’ê Tîrmeha sala 2015’an li Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê kir. Bi vê pêvajoyê re planên qirkirina kurdan û dagirkeriyê dan destpêkirin. Di vê rojê de dewleta tirk li dijî kurdan şerekî topyekun da destpêkirin.

Artêşa tirk di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî herêmên Zap, Xakûrkê û Metînayê êrîşên hewayî da destpêkirin. Ev êrîşa ku bi dehan balafirên şer pêk hat, bi her awayî pêvajoyek nû da destpêkirin.

Beriya vê pêvajoyê di îlona 2014’an de ji aliyê Musteşariya Pergal û Ewlehiya Giştî ‘Plana Rûxandinê’ hate amadekirin. 30’ê Cotmeha 2014’an jî civîna Desteya Ewlehiyê ya Mîllî pêk hat û ev plan hat erêkirin. Ev bû civîna herî dirêj a di dîroka dagirkeriya tirk de.
Di vê civînê de biryar hat dayîn ku pêvajoya çareseriyê were qedandin û operasyoneke tasfiyeyê ya berfireh were destpêkirin.

Lê beriya êrişên 24’ê Tîrmehê pêvajoyek hat jiyîn. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biryara şer a MGK’ê pûç derxîne û demokratîkbûnê têxe rojevê, di mijdara 2014’an de Pêşnûmaya Muzakereya Demokratîk pêşkêş kir. Li ser vê 28’ê sibata 2015’an Mutabaqata Dolmabahçeyê ya bi pêşengiya Rêber Apo li Qesra Dolmabahçeyê hat aşkerakirin.
Lê serokomarê tirk Erdogan di 22’ê adara 2015’an de ji balafira ku ji Ukraynayê vegeriya ji nûçegihanan re axivî û mutabakatê red kir. Bi vê daxuyaniya Erdogan hevdîtinên li girava Îmraliyê hatin qut kirin û Ocalan bi tecrîdek giran re
rûbirû ma.
Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê jî xwe ji hilbijartinên 7’ê hezîranê re amade dikir. Erdogan dît ku eger HDP benda hilbijartinê derbas bike, wê guherîna destûra bingehîn nikaribe pêk bîne. Ev jî li pêşiya hemû plan û projeyên ku dixwaze desthilatdariya xwe xurt bike astengiyek mezin bû.

Ji xwe di encama hilbijartinê de HDP’ê ji sedî 13 deng stend û 80 parlementer şandin meclîsê. Bi dengê HDP’ê, AKP tena serê xwe nebû desthilatdar. Lewma Erdogan ji bo desthilatdariya xwe xurt bike biryara hilbijartineke pêşwext da. Piştî bi 4 mehan dîsa hilbijartin çêbû û AKP’ê xwe kir desthilatdar. Ji bo ku bibe desthilatdar jî serî li hemû rê û rêbazên qirêj da. Di 20’ê tîrmehê de 33 ciwan li navçeya Riha Pirsûsê hatin qetilkirin. Di 10’ê cotmeha 2015’an de jî li Enqereyê di mîtînga aştiyê de komkujî çêbû û 101 kes hatin qetilkirin. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin ragihandin. 12 bajarên kurdan hatin xerakirin û bi sedan kes hatin qetilkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî li dijî demokrat û şoreşgeran pêk hatin. Şaredariyên DBP’ê hatin dagirkirin û di nav de şaredar gelek siyasetmedar hatin girtin. Destnedana parlementerên HDP’ê hat rakirin û 12 parlementer jî rehîn hatin girtin.

Pêvajoya ku hişt Erdogan Tirkiyeyê wisa ber bi xirabûnê û aloziyê ve bibe bi êrişên 24’ê Tîrmeha sala 2015’an destpêkir. Lewma pêwîstî heye ku dema mirov di roja me ya îroyîn de êrîşên li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê pêş dikevin bizanibe. Ev pêvajoya ku di encama wê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi milyonan kes ji warê xwe bûn û li çar aliyê Kurdistanê pêşî ji talanê re hat vekirin encama van polîtîkayên Erdogan e.