25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên giştî û panoramaya lihevkirinan

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan rewşa Kurdistanê û êrîşên hemdem ên ku li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê pêk hatin bi nivîsekê nirxand. Daştan di nivîsa xwe de behsa xalên girîng ên pêvajoyê kir.

Çend xalên girîng ên nivîsa rojnameger Nazim Daştan wiha ne:

Pevçûnên ku li Qamişloyê di navbera milîsên girêdayî rejîma Sûriyeyê û asayîşa Rojava de derketin, bicihkirina leşkerên hikûmeta Iraqê li ser sînorê Şengalê û operasyonên Tirkiyeyê yên li herêma Zap, Metîna, Avaşînê di çarçoveyeke yekpare de pêk hatin. Ev tişt balê dikişîne ser bazarî û lihevkirineke plankirî ku li ser kurdan pêk tê.

Qamişlo û şantajên Rûsyayê

Li Sûriyeyê ev geşedanên dawîn nîşan didin ku serdemeke nû li herêmê û ji bo hêzên heyî çêdike. Êrîş û pevçûnên nû yên ku bi rêya Dîfa El-Wetaniye li herêmê diqewimin, amaje bi vê yekê dikin. Bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rûsyayê di navbera asayîşê û milîsên Dîfa El-Wetenî de agirbest hatibû çêkirin lê milîsên Dîfa El-Wetanî agirbest binpê kiribû. Piştî vê yekê hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonek dabû destpêkirin û herêmên ku pevçûn li wan hebûn ji milîsên rejîmê rizgar kiribûn. Armanca van êrîşan jî yekser Rêvebiriya Xweser a Demokratîk e. Li ser vê yekê Rûsya jî li beramberî Rêveberiya Xweser şantajan dike û hewl dide ku hêzên rejîmê li deverên rêvebiriya xweser bi cih bike. Polîtikaya Rûsyayê qet naguhere û ji bo berjewendiyên xwe di gerandina dek û dolaban de israr dike. Rûsya ji aliyekî din ve jî dixwaze hêz û qidûmê Îranê li ser Sûriyeyê bişikîne. Ji bo vê yekê jî dan û standinên wî guherbar in.

Şengal û peymaneke tesfiyekar

Her wiha di 9’ê cotmeha 2020’î de, li Iraqê, di navbera hikûmeta Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de li ser tesfiyekirina Asayîşa Êzidxanê peymanek hatibû danîn. Hikûmeta Iraqê leşkerên xwe li gundê Gir Zerik ê Til Êzerê bi cih kiribû lê gelê Şengalê li beramberî pêşdeçûna leşkeran derketibû. Rol û rista hevkarên vê peymana li ser Şengalê aşkera ne. Gelê êzidî hem li dijî DYA’yê ku piştgiriya peymana tesfîyekirina xweseriya Şengalê dikir, hem jî li dijî fen û fûtên Tirkiyeyê yên li ser herêmê berxwedana xwe xurtir dike. Piştî berxwedana gelê êzidî hikûmeta Iraqê neçar ma ku paş de gav biavêje.

Telefonek û destûra operasyonê

Hevterîbê vê yekê jî, di navbera serokê DYA’yê Joe Biden û serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan de bi rêya telefonê hevdîtinek pêk hat. Behs û dabaşa hevdîtinê çi bû kes bi zelalî nizane lê li gorî ku di rojevê de jî belav bû li ser DYA’yê di hevdîtinê de bal kişandiye ser komkujiya ermenan û komkujiyê nas kiriye. Piştî vê hevdîtinê dewleta tirk operasyoneke berfireh li herêmên Zap, Metîna, Avaşînê ku dikevin nav başûrê Kurdistanê, da destpêkirin.  

Li ser operasyonê û hevdîtina telefonê gelek şîrove hatine kirin û tê destnîşankirin ku Erdogan beramberî naskirina komkujiya ermenan a ji aliyê DYA’yê ve, ji bo operasyonan destûr ji Biden wergirtiye. Ev jî erêkirina komkujiyeke nû ye.

Lê belê li gorî agahiyên berdest hêzên çekdar yên tirk derbeyên giran xwarine û ji ber vê yekê jî çapemeniya tirk bi tedbîr tev digere. Li gorî hin nêrînan heke Tirkiye li herêmên ku operasyon daye destpêkirin encamekê wernegire dê berê xwe bide Rojava û Şengalê.