spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên Kabulê û pirsên bê bersiv

Di êrîşên xwekujî yên li balafirgeha paytexta Afganistan Kabulê de nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest da û piştî demeke kurt, çeteyên DAIŞ’ê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Dema mirov bala xwe dide dem û cihê vê êrîşê,  divê mirov bazarên di navbera DYA û Talîbanê ya der barê vekişandina leşkerên biyanî ji Afganistanê jî bibîne.

DYA’yê digot, dibe ku em nikaribin karê vekişînê di dema wê de ango di 31’ê vê mehê de bidawî bikin û hewcedarî bi demeke dirêjtir hebe. Lê Talîbanê digot divê vekişîna leşkeran di dema xwe de pêk were.

Lewre jî pirseke wiha tê hişê mirov. Gelo ji bo Talîbanê vê pêvajoyê lezgîntir bike û leşkerên biyanî di dema xwe de ji Afganistanê derkevin bi şiklekî destê wê di van êrîşan de heye?

Gelo ji bo raya giştî ya DYA’ê li dijî rêveberiya Joe Biden sor bikin, destê Rûsya an jî Çînê di vê êrîşê de heye?

An jî gelo destê îstixbarata DYA’yê bi xwe tê de heye, da ku wan nerazîbûnên li dijî rêveberiya Joe Biden kêm bikin û bêjin ew mafdar bû ku leşkerên me vekişîne. Ji ber talukeyeke mezin li wir li hêviya wan e?

Pirseke din a balkêş ku bala gelek kesan dikişîne jî dem û şêweyê vekişandina leşkerên tirk ji Kabulê bû . Rojek piştî ku leşkerên tirk vekişiyan ew êrîş pêk hat. Gelo haya wan ji vê êrîşê hebû? An jî ew tesadufî bû?

Her çendî ku rêxistina DAIŞ’ê êrîş girtibin ser xwe û nav û wêneyê kesê ku êrîş pêk aniye belavkiribin jî dîsa jî ev yek nabe bersiva wan pirsan.

Wekî din dîsa pirsa ‘Çima heta ku leşkerên Tirkiye û DYA li wir bûn DAIŞ’ê ev êrîş pêk neanîn?’ Gelo têkiliya DAIŞ’ê bi Tirkiye û DYA’yê re çiye?

Bi rastî jî di nava vê rewşa gelemşe ya ku li Afganistanê derketiye ew texmîn û senaryoyên ku li jor hatine destnîşankirin tev jî ne dûrî aqila ne. Lê mirov dikare tiştekî din jî lê zêde bike ku heke bi rastî DAIŞ’ê ew êrîş pêk anîbe ji xwe ew rêbaza wê tê naskirin. Rêbaza ku dema dixwaze nav û dengê xwe ji bo propogandayê bide bihîstin, komkujiyeke mezin dike û xwe bi wê yekê dixe rojeva hemû dinyayê.

Her çendî raste rast mirov nikare yek ji van senaryoyan piştrast bike lê dema mirov bala xwe dide kiryarên DAIŞ’ê, hêzên ku DAIŞ’ê bi kar tînin kengî û li ku bixwazim bi hêsanî wan bikar tînin û piştî wê rê li ber destwerdana xwe vedikin.  Lê dema mirov li stratejiya van plan û geşedanan dinere, dibên ku Modernîyeya Kapîtalîst di Rojhilata Navîn de êdî nikare pergala xwe berdewam bike û serî li rê û rêbazên şer û kaosê dide. Ev dîmen têkçûna Modernîteya Kapîtalîst a li Rojhilata Navîn nîşan dide.