spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êrîşên li ser herêmê statuya Kurdistanê qels dike’

Êrîş û operasyonên dewleta Tirkiyeyê ku di 23’yê nîsanê de da destpêkirin bi hevkarî û koordînekirina PDK’ê û bi tevlibûna şer ya hin komên girêdayî PDK’ê didome. Ji 23’yê nîsanê ve şer û pevçûnên li herêmê bi awayekî dijwar berdewam dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê gelekî hatiye texrîbkirin û ji ber êrîşên li ser qadên jîngehan şêniyên herêmê neçar mane şûn û warê xwe biterikînin.

Berdevkê hikûmeta başûrê Kurdistanê Cotyar Adil, têkildarî êrişên dewleta Tirkiyeyê ya li Herêma Federal a Kurdistanê axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê derbarê êrîşa ku li ser Başûr didomîne wan agahdar nekiriye û Bexdayê muxatab digire. Rexmî ku yekîneyên taybet ên PDK’ê tev li êrîşa Tirkiyeyê dibin jî Adil da zanîn ku wê destûr nedin şerê navxweyî û ev tişt got: “Ev êrîş statuya Kurdistanê qels dike.”

Bi sedan gund hatine valakirin

Cotyar Adil der barê valabûna gundan a ji ber êrişan de jî ev agahî dan: “Di encama êrîşên ku didomin de heta niha 600 gund vala bûne. Heta ku ev şer raneweste dê li herêmê aramî pêk neyê. Em jî dixwazin ku gelê me vegere herêmên xwe û gundên ku vala bûne careke din ava bikin. Lê ji bo vê pêwîstî bi demê heye.”