Sunday, December 5, 2021

Êrîşên li ser Rojava û bêdengiya Rûsyayê

Rêveberê saziya ‘Kurdê Bê Sînor’ Kadar Pîrê der barê êrîşên dawî ên li ser rojavayê Kurdistanê û bêdengiya Rûsyayê ji radyoya Ram FM re axivî.
Bi rastî jî heta dewletek wek dewleta tirk xirab hebe ew tiştekî qenc nake. Ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê heya niha dewleta tirk dixwaze hemû deverê bixe bin kontrola xwe. Bi teybetî dixwaze dest deyne ser parêzgeha Helebê, Mûsil, Kerkûk û başûrê Kurdistanê.
Ev ne wekî şîroveyekê ye yan jî îdiayekê ye ji ber ku rayedarên tirk aşkera vê yekê tînin ziman û digotin: “Em berê di peymana Lozanê de hatin xapandin û Mûsil û Kerkûk ên me ne.”

Piştî komên DAIŞ’ê ji aliyê kurdan ve hatin têkbirin û nikaribûn herêmê bixin bin kontrola xwe lewra jî artêşa tirk bi xwe êdî destwerdanan kirin.
Niha Tirkiye dixwaze ku siyaset û rewşa Sûriyeyê vegere rewşa berê ango vegere beriya 2011’an û rejîm dest deyne ser hemû Sûriyeyê û di serî de kurd kes li wî welatî nebe xwedî maf. Niha armanca Tirkiyeyê ya sereke têkbirina rêveberiya Xweser e.

Agirbesta sala 2019’an

Di agirbesta sala 2019’an de DYA û Rûsya jî hebûn. Lê di warê pratîkê de Rûsya dewriyên xwe li aliyê Eyn Îsa’yê digerîne lê li hemberî binpêkirinên agirbest û herî dawî komkujiya ku li Eyn Îsayê çêbû dengê xwe dernaxe û bi rola xwe ya garantor ranabe.
Beriya vê jî peymanek din hebû qaşo ji bo pêşîgirtina li êrîşên dewleta tirk gotin divê ew xendekên ku li ser sînoran hatine çêkirin werin tunekirin û hêzên HSD û YPG’ê 30 kîlometre dûrî sînor bikevin. Tevî ku ew daxwazên wan heta radeyekê hatin bicihanîn. Lê dîsa jî me dît çawa artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê li gorî wan lihevkirinan tevnegeriyan û rojane ew peyman jî binpê kirin. Der barê wan binpêkirinan ne Rûsya ne jî DYA’yê dengê xwe dernexistin.

Dewleta tirk tu caran li gorî wan peymanan tevnagere, ew geh bi DYA û geh bi Rûsyayê re hin peymanên demikî datîne û dixwaze her carê hin tiştan bidest bixe. Niha jî armanca wan a sereke ew e ku destkeftiyên kurdan û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Çi bi dizî çi jî bi aşkera dewleta tirk xwe digihîne rayedarên Şamê. Armanceke hevbeş a van hêzan heye ew jî têkbirina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku niha di taritiya Sûriyeyê de ronahiyek.

Di pirsgirêka şerê li Sûriyeyê de niha mirov nikare bêje filan dewlet hevkar û aligirê filan dewletê ye. Dibe ku ew li hin deveran hevalbend li hin deveran jî dijber xuya bikin. Têkliya Rûsya û Tirkiyeyê û têkiliya Îran û Rûsyayê jî wiha ye. Mirov dikare bêje di nava hemû hêzên ku niha li Sûriyeyê ne rewş yek e.
Wekî mînak êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî dilê rejîma Sûriye û Rûsyayê ne da ku wekî zextekê li dijî Rojava were bikaranîn. Lê niha ji bo İdlibê rewş ne wiha ye û ew herdu hêz wekî dijber tên xuyakirin û wiha tevdigerin. Heman tiştî ji bo hebûna milîsên Îranê jî mirov dikare bêje. Li hin cihan ew bi hevre tevdigerin û li hin cihan jî dema mijar dibe desthilata devera di bin kontrola wan de ew hêz dijberî hev tevdigerin.

Ji bo Rûsya û DYA’yê jî heman tişt derbasdare her çendî wan li ser hin xalên giştî lihev kiribe jî di gelek deveran de nakokiyên kûr di navbera wan de derdikevin.
Dawiya dawî her dewletek ji van dewletan li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ji bo wan ne girîng e ku ji bo armanca wan çend kesên sûriyeyî mirine. Her wiha ji bo wan qet ferq nake ew ji kîjan pêkhateyê ne yan jî kî ne yan jî çi dixwazin.
Ji bo Rûsyayê tişta herî girîng berfirehkirina desthilatdariya wan ya li Sûriyeyê ye. Ji wan re ne derde ku pergaleke çawa were avakirin, demokrat be yan jî dîktatorî be. Derdê wê ew e ku rejîmeke li gorî xwe, li gorî berjewendiyên welatê xwe biparêze.
Mixabin di vî şerê desthilatdariya van hêzan de li ku derê xaleke zeîf bibînin wê dikin qurban. Mixabin niha ev bêdengiya Rûsyayê li hemberî binpêkirinên ku tên kirin jî heman tişte. Rûsya me wekî xala lawaz dibîne û dixwaze me li Efrînê û hin deverên din jî kiribû dîsa me bike qurban.

Armanc Kobanê ye

Wekî mînak beriya çend rojan hevdîtin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de çêbûn lê piştî wê civînê êrîşên li ser deverên berdewam kirin ew jî tê wateya ku lihevkirinek çênebûye û Tirkiye ji bo bazarên nû zextên xwe berdewam dike.
Ji aliyekî din ve êrîşên Rûsyayê yên li ser Idlibê bi rengekî dijwar berdewam dikin. Li wir hin komên çete hene yên ku ji bin kontrola artêşa tirk jî derketine û ew wan wekî qurban ji êrîşên rejîma Sûriye û Rûsyayê re tên hêştin. Li hemberî vê yekê artêşa tirk dixwaze ku Rûsyayê jî çavên xwe ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Niha dewleta tirk bi hemû hêza xwe dixwaze têkeve ew deverên berê ku di xwest bi riya çeteyên DAIŞ’ê bidest bixe. Dixwaze deverên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê cografî ve ji hev qut bikin. Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jî bi heman armancê bû. Niha jî êrîşên wê yên li ser Eyn Îsa û Cizîrê bi armanca qutkirina Kobanê ya ji deverê ye. Dixwaze xwe bigihîne riya navneteweyî ya M4 da ku Kobanê bi tenê bihêle û têkliya wê ji herêmên din qut bike.
Ji aliyê din berxwedaneke mezin ji aliyê HSD’ê ve tê kirin û di warê dîplomasiyê de jî xebatên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin da ku çareseriyekê ji pirsgirêkên giştî yên Sûriyeyê re peyda bikin.

Bêdengiya Rûsyayê

Tişta herî girîng ji bo Rûsyayê ew e ku her tişt vegere berê û her tiştî bixe bin kontrola xwe. Ji ber wê heta sed salan jî ev rejîma Sûriyeyê bimîne nikare ji bin deynên Rûsyayê xelas bibe. Rûsya dixwaze her tiştî vegerîne rejîma di bin kontrola xwe de. Ji bo ku bikaribe wan deyn û pereyên ku xerç kirine bidest bixîne. Siyaseta Rûsyayê ji destpêkê de heta niha bi vî rengî ye, ew herdem li gorî vê yekê tevdigre yan tev ji min re yan jî ez ê xera bikim.
Heke Rûsya bixwaze dikare niha rejîmê mecbûr bike ku bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, HSD û MSD’ê re rûne û çareseriyekê bibînin. Lê Rûsya vê yekê nake û dixwaze her tişt li gorî wê be. Dixwaze vê yekê wekî mijara bazara bi tirkan re ji xwe re bikar bîne. Rûsya gelek caran ev bazar kirine û wekî deverên din ji xweseriya demokratîk re her dibêje heke hûn deverê teslîm nekin vayê artêşa tirk amade ye ku were.