19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên nijadperest bi pergal didomin

Li Taxa Tirkozo ya Mamakê doh êvarê D.G., S.G. û kesekî navê wî nehat hînbûn êrişî Volkan Temel kirin. Hat diyarkirin ku malbata Temel bû cara dudoyan ku bi êrişên nijadperest re rû bi rû dimîne.

Xwuşka Volkan Temel, Mizgîn Temel têkildarî êrişê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku 3 kesên êriş birine ser birayê wê, ev tişt ji birayê wê re gotine: “Ev der Turkozu ye, dê bibe gora kurdan. Kurdên heram, bicehimin ji vira.”

Temel da zanîn ku her sê kesan bi sator, kêr û daran êrişî birayê wê kirine. Her wiha Temel anî ziman ku heman kesan par jî êrişî wan kirine û wiha got: “Em ji Şirnexê ne. Ev salek e em bi van êrişên nijadperest re rû bi rû dimînin û dixwazin em ji vir biçin. Ji me re dibêjin ‘kurdên heram û êrişî me dikin.’ Birayê min hê 17 salî ye. Duh êvarî gava ji malê derketiye, cardin gotine ‘Kurdên heram, ev der Turkozu ye, dê bibe gora kurdan” û êrişî birayê min kirine.

Mizgîn Temel da zanîn ku ji ber êrişê bêhna birayê wê diçike û wiha domand: “Ser çavê wî perçe kirine. Bi zorê bêhnê distîne. Em çûn nexweşxaneyê me rapor wergirt û giliya wan kir.”

Temel diyar kir ku kesên êriş kirine nehatine binçavkirin û wiha got: “Me rapora xwe girt û îro em çûn qereqolê me gilî kir. Lê êrişkar nehatin binçavkirin. Polîsan ji me re got, ‘Bar bikin berî ku tiştek ê serê we. Em nikarin wan bigirin, tenê em dikarin cezayê pere li wan bibirin.’ Ma ev edalet e?”