spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşkarê avahiya AKP’ê biraziyê rêvebirê AKP’ê yê Hênê derket.

Duh êvarê li navçeya Hênê ya Amedê erîşêk bi molotofkokteylan pêk hat. Kêliyên êrişê ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hatin qeydkirin. Di dîmen de xuya dike ku kesek rûyê wî vekirî bi molotofê êrişî avahiya AKP’ê dike û pişt re ji wir direve.

Serokê Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Amedê Şerîf Aydin îdia kir ku ev bûyera li dijî avahiya wan bi êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz ve girêdayî ye. Aydin îdia kir ku bûyera li Îzmîrê û êrişa li dijî avahiya wan dişibin hev

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de êrişkar Mahmût Evren û Şemdîn Barîn ê ku jê re çavdêriyê kiriye ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Hat zanin ku êrîşkar Şemdîn Barîn ê ku piştî bûyerê hat binçavkirin biraziyê rêveberê AKP’ê yê Hênê Alî Barîn e.

Bûyerek wek vê bûyerê jî di kanûna 2020’an de  avahiya AKP’ê ya Hênê qewimî. Di navbera du malbatên AKP’yî de şer derket. Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser vê yekê bi çifteya otomatîk êriş li dijî avahiya AKP’ê pêk hat. 3 kes ji bûyerê hatibûn binçavkirin. Yek ji wan kesên hatibûn binçavkirin jî biraziyê rêveberê AKP’ê yê Hênê Zekî Uçak bû.