24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşkarên Efrîn û Eyn Îsayê yek in

Navenda Nûçeyan

Efrîn bajarekî kurdistanî ye. Piştî hilweşandina dewleta Osmanî di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de û di encama Peymana Sykes Picot (29 Nîsan 1916) de Kurdistan kirin çar parçe û Efrîn jî di nav vê perçekirinê de li aliyê Rojava ma. Cihên girêdayî dewleta Sûriyeyê, piştî rejîma Baasê hat ser desthilatdariyê siyaseta înkar û qirkirinê li ser gelê kurd meşand. Li hember vê yekê gelê kurd li Efrînê li dijî şovenîzma Baasê li ber xwe dida, ziman û çanda xwe diparastin.

Di sala 2011’an de dema ku gelê Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê serî hilda  kurdan jî dest bi şoreşê kir û di 20’ê Tîrmeha 2012’an de Efrîn ji rêjîma Baasê hat rizgarkirin. Êdî gelê Efrînê sazî û meclisên xwe ava kirin. 29 Çileya 2014’an Rêveberiya Xweser li Efrînê hat ragihandin, lê rêveberiya xwesar a Efrînê 20’ê Çileya 2018’an bi piştgirî û alikariya Rûsyayê, Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir û rastî berxwedana gelê Efrînê hat. Tirkiyeyê ji êrîşên xwe yên du mehan encam negirt û vê carê bi vekirina qada hewayî ya ji aliyê Rûsyayê ve bi balafîrên şer êrîşî Efrînê kir.

Der barê dagirkirina Efrînê û rewşa wê ya dawî de, em bi siyasetmedar û Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eshed Menan re axivîn. Menan diyar kir ku bûyerên li Eyn Îsayê diqewimin, ji yên li Efrînê qewimîn ne cudatir in.

Çekdarên Siltanên Osmaniyan

Siyasetmedar Eshed Menan destnîşan kir ku Tirkiye her tim hewl dide Rêveberiya Xweser tune bike û wiha got: “Bi dehan komên çekdar ava kirin û navê Siltanên Osmaniyan li wan kirin. Her wiha êrîşî Efrînê kirin, lê bi berxwedaniya gelê Efrîn û hêzên YPG-YPJ’ê  hemû êrîş têk çûn. Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Efrînê roj bi roj bi pêş diket û rêveberiyeke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan bi pêş dixist, ev tişt bi kêrî dewleta tirk nedihat. Ji ber wê di 20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirkiyeyê bi 72 balafirên şer dest bi êrîşê kir. Tevî êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên qaşo Opozîsyona Sûriyeyê ne li bejahî êrîş kirin. Tevî wê jî gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da û di encamê de bi plana Rûsya û bêdengiya cîhanê Efrîn ji hêla dewleta tirk ve hat dagirkirin.”

Demografyaya Efrînê diguherînin

Eshed Menan di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê ya bi hêzên ku niha li Efrînê ne û ev tişt anî ziman: “Niha bermahiyên DAIŞ’ê û yên El Nusrayê ku girêdayî dewleta tirk in û biryara wan ji qesra Erdogan derdikeve. Ew hêzên dagirker li ser gelê Efrînê teroreke pir mezin dimeşînin û dixwazin gelê kurd ê ku niha li Efrînê ye derxin û li şûna wan çeteyan bi cih bikin. Ji ber wê jî ew rojane bi dehan kesan binçav dikin û fîdyeyê ji malbatên wan dixwazin. Bi hezaran darên zeytûnê dibirin, şûnwarên Efrînê didizin, cihên pîroz ên êzidiyan hildiweşînin. Dixwazin demografiya Efrînê biguherînin.”

Eyn Îsa û Efrîn

Menan da zanîn ku bûyerên li Eyn Îsayê ji yên Efrînê ne cuda ne  û wiha domand: “Ji ber ku biryara wan êrîşan ji yek navendê derdikevin. Armanca dewleta tirk ew e ku hemû cihên kurdan dagir bike û ‘Mîsakî Millî’yê vegerîne.”

Ji bo rizgarkirina Efrînê

Endamê Meclisa PYD’ê Eshen Menan herî dawî der barê şert û mercên rizgarkirina Efrînê de jî wiha axivî: “Gelê Efrînê yê ji neçarî koçî Şehbayê kir, li ber xwe dide û ji bo vegera li Efrînê têdikoşe, lê rizgarkirina Efrînê bi rewşa Sûriyeyê ya giştî ve girêdayî ye. Heya niha di navbera dewletên ku destê wan di Sûriyeyê de ye hîn jî bazar tên kirin, lê dema çareserkirina ji bo aloziyan dest pê bike, divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Em jî weke gel û hêza rizgariya Efrînê, ji bo rizgarkirina Efrînê her tim têbikoşin.”