20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erka herî rast xizmeta civakê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Vîrusa korona (Covid-19) li tevahiya cîhanê jiyana mirovan xistiye bin xeteriyek mezin. Her roja diçe ji ber vê vîrusê bi sedan kes jiyana xwe jidest didin. Her çiqas vîrus bi lez belav bibe û pêşî lê neyê girtin jî, di belavbûn û nexweşiya vîrusê de tedbîrên ji hêla rayedaran ve tên girtin li ser pêşîgirtina belavbûna vîrusê wek tê xwestin bandorek erênî pêk nayne. Di vir de mirov dikare bêje rayedarên dewletan wek tê xwestin bi baldarî tevnagerin. Sedema vê jî li hemû welatan rayedarên li ser îktîdarê ne beriya her tiştî xwe û rejîma xwe difikirin. Lewma jiyana mirovan dikeve asta dûyem.

Di van demên dawî de yek ji welatê herî zêde vîrus lê belav bûye jî Rûsya ye. Li gor agahiyên ji navenda Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hatine parvekirin Rûsya ji ber zêdebûna nexweşiya di rêjeya duyem de ye. Lê li Rûsyayê tedbîrên vê nexweşiyê çawa tên girtin ango ji bo ev nexweşî hîn zêdetir belav nebe tedbîrên çawa tên girtin?

Beriya her tiştî em dikarin bêjin,  tesbîrên li tevahiya welat tên girtin li gor asta belavbûna vîrusê pir qels û nebes in. Her çiqas îktîdara Pûtîn xwe ji ber vê rewşa heyî berpirisyar nebîne jî li tevahiya welat ji ber rewşa heyî rayedarên Kremlînê berpirsiyar tên girtin.

Ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bê girtin li tevahiya welat qedexeyên derketina derve hatin ragihandin. Lê ji ber ev biryar wek dihat xwestin pêk nehat û dewlet jî sist nezî bûyerê bû niha li tevahiya Rûsyayê krîzeke tendûristiyê ya cidî tê jiyîn.

Li ruxmî her roja diçe hêjmara nexweşa zêde dibe jî hikumet bi biryarnameyekê ve destûr da ku gelek cihên kar dikarin ji nû ve dest bi xebatê bikin. Ev jî asta tedbîr û lewaziyê tên jiyîn bi awayekî eşkere radixe ber çavan.

Di vê pêvajoya karantînayê de asta baweriya bi Pûtin bi awayekî cidî lewaz bûye. Ev jî di Kremlînê de nerehetiyekê dide avakirin. Ji ber ku Pûtîn hemû karmend û karsazên welat li dora xwe hewandine û rejîma xwe bi saya wan xurt dike, niha jî Pûtîn nikare dev ji van kesan berde. Lewma ji bo ev karmend û karsaz bikaribin kar bikin ango di vê rewşa krîzê de hîn pirtir qezenc bikin li ruxmî rewşa xeter jî destûra karkirinê ji van kesan re hat dayîn. Yanî mirov dikare bê ji bo çend kes qezenç bikin jiyana civakê dixin bin xeteriyekê. Ev jî di nav civakê de dibe sedem ku aciziyeke mezin çêbibe.

Lewma li Rûsyayê krîza heyî ne di warê tenduristiyê tenê di warê siyasî û civakî de jî bi awayekî xurt tê jiyîn. Ger di demek nêz de Kremlîn ji vê krîza heyî re çareseriyekê nebîne wê rewş hîn xirabtir bibê.

Ji niha ve di Kremlînê de hin dengên cuda hêdî hêdî bilind dibin. Di vê rewşa wisa xeter de  ya herî girîng tendûristiya civakê ye. Rejîmên berjewendiyên xwe li ser yên civakê bigrin ew rejîm bi her awayî mehkûmî wendakirinê ne.

Rewşa Tirkiyeyê jî ji ya Rûsyayê ne pir dûr e. Desthilata AKP û MHP’ê ji bo beriya her tiştî dest dirêjî alîkarê xwe dikin û beşeke civakê ji nedîtinê ve tê. Di heman demê de wezareta karê hundir alîkariyê nadin şaredariyê CHP û HDP’ê. Ev lîstikên qirêj ên li ser jiyana civakê ne.

Desthilatên hêza xwe ji civakê negirin û hêza xwe ji bo ewlekarî, tenduristî û pêşketina civakê bi kar neynin ne gengaz e ku bikaribin roleke erênî di nav civakê de bilîzin.

Ji ber vîrusê di her civakê de êşên pir mezin tên jiyîn. Lewma desthilatdariyên niha li ser erkê ne pêwîst e li gor rêgzên xizmeta civakê kar bikin û xwe bi her awayî xwe ji parastina civakê berpirsiyar bibînin. Ev erk xizmeta herî rast e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê