spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eroglu ‘Çerxa Xedar’ nivîsand

Romana ‘Çerxa Xedar’ ku nivîskarê e-rojnameyê Yaşar Eroglu nivîsiye, çap bû. Roman ji 192 rûpelan pêk tê û nivîskar roman bi zaravayê kurmancî yê kurdî nivîsiye.

Nivîskar di romanê de balê dikişîne ser dilsozî û hevaltiya du zarokan. Roman bi dilsozî û hevaltiya du zarokan dest pê dike. Di dema zaroktiya xwe de pir ji hev hez dikin û tu car ji hev venaqetin. Dema ciwaniya wan rêya wan ji hev vediqete, her yek di rêya xwe de diçe. Yek li gund dimîne, bi demê re bi rika yê din dibe cerdevan. Ê mayî dixwîne, diçe tev li refên şervanan dibe, dibe şervan. Pişt re tê girtin. Ji vê qonaxê bi şûn de dayika wî ya weke lehengeke esas derdikeve pêş. Roman bi vî awayî dewam dike. Dayik ji kurê xwe pir hez dike. Li derve cerdevan malbatê rihet bernade û neçar dike ji gund bar bikin. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê her dem li pêş girtiyan e. Kurê wê jî her dikeve bin vî barî. Hezkirina dayikê û rojiya mirinê dayikê û kurê wê tîne li hember hev. Kurê dayikê bi tercîheke xedar re rû bir û dimîne. Çerxa Xedar romaneke êş, keser, bêbextî û têkoşînê ye. Nivîskar bi zimanekî zelal, balkêş û serkeftî ev mijarên sereke derpêş kirine ji bo xwînerên romanê. AMED