25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êşa zimanê kurdî-2-

Kurdên ku bajar xerîb û biyanî didîtin li wan ferz bû ku di dorhêla vê bênderê de jiyan û hebûna xwe ji nû  ve ava bikin. Dest avêtine çi bi tirkî bû, berê xwe dane ku derê bi tirkî û têkiliyên bi tirkî re rû bi rû man

Ji bo ku zimanê gundewar baş bê fêmkirin me gelek taybetiyên vî zimanî diyar kirin. Baş tê gihiştin ku dortengiya têkiliyên zimanê gundewar lê ferz dike ku ziman berê xwe bide fêmdarî û ragihandina rihet û hêsan. Sembol, şibandin, jihevzêdekirina peyv û navan berê ziman dide şênberiyê. Ji bo gundiyan dibêjin, ‘bi çavên xwe nebînin bawer nakin.’ Ev rastiyeke bênîqaş e. Ramandin û têgihiştina razber ji bo gundiyan zehmet e, ji ber ku mêjî hînî sembol û hêmayan bûye. Eger bi sedan salan heman teşe di jiyanê de dewam bike, ziman xwe nû nake, heman sembol û hêma dewam dikin, her tim di heman çerxa teng de dizivire. Derfetên fikir û ramanên nû çênabin. Zimanê razber bi pêş nakeve. Fikirandina gundewariyê zêdetir teşeya mîtolojîk e. Di nav civakê de efsane û gotegot pir berfireh in. Ji aliyê fikir û raman ve dikare bê gotin ku civak di serdema virnitiyê de ye. Ev tam rastiya me kurdan radixe ber çavan. Efsane, destan û çîrokên me weke behrekê ne lê belê çiqas biyanî hatine, kurd pir bi rihetî bi wan xapiyane. Fikireke wan a pêşerojê bibîne û dekûdolabên biyaniyan pûç bike tune bûye. Bi çîrok û çanda zargotinê – dengbêjiyê heta sedsala bîstan hatine. Ev jî ji bo amajekirina asta ramandina zimanê gundewar xaleke girîng e.

Peyvên ku me ji wan gotibû koka sembolên ziman in û ziman xwe pê girtiye, pirdengî – du-sêkîteyî pê afirandiye, pileya ragihandinê dewlemendtir kiriye. Ev rastî tiştekî din jî dide xuyakirin, zimanê kurdî, zimanekî xwecih e, li ser warê xwe lê êwiriye yekkîteyî pêk aniye. Yanî koka zimanê kurdî xwe digihîne serdema yekkîteyiyê û zimanekî gelek kevnar e.

Gotina zimanê gundewar ne qusû û ne jî kêmasiyek e. Ev rastiyek e, diyarde û desnîşankirin e. Her çiqas veneguhezî be zimanê nivîskî û nebûbe zimanê razber jî zimanê gundewar di nav dortengiyê de dewlemendiyeke mezin afirandiye. Di dorhêla berhilîna civakê de kît bi kît her tişt bi nav kiriye, pir detayên ziman pêk hatine. Mirin û zayîna her canberekî bi navekî navandiye, mirov û sewal weke hev nedîtine, dereceya wan ji hev veqetandiye. Ji bo mirovan mirin, ji bo dewar û pez mirarbûn, ji bo se, pisîk û keran hişbûn, ji bo hespan banzdan; ji bo mirovan jidayikbûn, ji bo dewar, pez zayîn, ji bo seyan terikîn, ji bo pisîkan teliqîn guncav dîtiye. Tenê di navbera mirovan de na, di nav sewalan de jî dereceyek daniye. Dîsa pez pir bi detayan ve bi nav kiriye. Nêr pez; berx, kavir, hogeç, beran; mê, berx, kavir, berindir, mîstewr, mî; kar, gîsk, nêrî, bizin navê dereceya gihiştina wan e. Dewar nêr; golik, kendik, mozik, canega, ga; mê; golik, kendik, nogin, çelek, hesp; cenî, kurîk, mehîn, hesp navê dereceya gihiştina wan e. Bi hezaran navên wiha hene. Em derbasî lêkeran bibin. Ji bo axaftinê tenê di kurmancî de axaftin, peyivîn, xeberdan, hizirîn, şitexlîn, qezîkirin, gilîkirin (kurdên Qafkasê), şorkirin, qisekirinê bi kar tînin. Ji bo guherandinê, guhertin, guhestin, veguhestin, veguherandin… gelek nav, lêker û peyvên bi vî awayî hene ku di nav dortengiya zimanê gundewar de dewlemendiyeke xweser radixin ber çavan.

Koçberî, bajar, pêdiviyên nû

Kurdan bi dînamîkên xwe yên navxweyî bajar ava nekirine. Bi awayekî gelemperî kurdan bajar xerîb û biyanî dîtine. Bajar di her serdemê de navendên serdestiya dewletên serwer bûne. Ji bo vê mebestê burokrasî, artêş, hêzên ewlekarî û aboriyê li bajaran bi cih kirine. Heta salên heftê – heştêyan kêmbûna serjimara bajarên Kurdistanê yekser bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Kurdan xwe li bajaran negirtiye. Serê pêşîn ji ber şertên aborî; makîne û amûrên teknîkî jiyana gundewar guherî, heta ser û bin bû. Gundîtî leqiya û bişkivî. Koçberiyê ber bi bajarên navendên nêzîk û metropolên Tirkiyeyê leq berpê kir. Ji aliyê din ve valakirina gundan bi destê zorê bajar dagirtin. Bi mebesta asîmîlasyonê seferberiya perwerdeyê gund bi bajaran re kirin yek. Bajar ji nişkê ve mezin bûn, gund çilmisîn. Helbet ev jî zêdetir bi encama dînamîkên derve pêk hat. Jiyana gundewar ser û bin bû. Çand û jiyana gundan veguherî ji berêya xwe dûrtir jiyaneke nû. Serûbinbûna jiyana gundewar, serûbinbûna jiyan û çanda kurdan e.

Şertên veguhestî di bajaran de dînamîkên nû, jiyaneke nû, hewcedariyên nû, têkiliyên nû bi xwe re saz kirin. Kurdên ku bajar xerîb û biyanî didîtin lê ferz bû ku di dorhêla vê bênderê de jiyan û hebûna xwe ji nû ve ava bikin. Dest avêtine çi bi tirkî bû, berê xwe dane ku derê bi tirkî û têkiliyên bi tirkî re rû bi rû man. Çeperên bi kurdî yek bi yek paşde man, vê lêhiya nerm her roj hinekî zêdetir jiyan ji kurdî şûşt. Têkiliyên lê ferz e ku her roj rû bi rû bimînin şaredarî, burokrasî; tapî, nifûs, poste, dadgeh, ewlekarî, nexweşxane, saziyên zireetê, qadên perwerdeyê; pêşdibistan, dibistanên sereta, navîn û lîse, pêdiviyên sivîl; fature, GSM, eczexane, markêtên mezin, firoşgehên kelmel û amûrên navmal û yên din… Para kurdî dimîne tenê borsayên pez, dewar û mirîşkên ji gundan tên, di nav malê de dê û bav, zarokên temenmezin.

Qulibîna ji gundan, ketina berbayê bajaran bi xwe re xetereyeke pir mezin derxistiye pêş; kompleksa xwepiçûkdîtinê. Duh dewletê ji kurdan re digot kurdên biboçik, kiro, hov û hwd. Îro mêjiyê kurdan bi vê haveyn girtiye û xwemalî bûye. Ev rewş asîmilasyona çand û jiyanê ya xwemalîbûyî ye. Ev berî her tiştî dejenerebûna civakê ya psîkolojîk e. Di bajaran de, kurd di rêwitiya bi wesayîtên siware de, bi giranî kurdî naaxivin. Ji cil û bergên kurdî dûr in, ji kurdiya xwe fedî dikin. Kurdî piçûk dibînin, ji xwe û hebûna xwe direvin ku pê neyên nasandin. Li pêş wan tirkî û çanda wê heye, berê xwe didin wê. Dema ku kurd hatine piçûkxistin di heman demê de tirk û tirkî jî hatiye berz û bilindkirin. Vê yekê jî haveynê xwe girtiye. Êdî malbatên kurd nemaze jî dayik nahêlin zarokên wan di nav malê de kurdî biaxivin û hîn bibin. Dibêjin, bila zimanê zarokên me kêm nemîne, kifş nebe ku kurd in, ji pêşketina wan re nebe asteng.

Êşa zimanê kurdî

Ev rastiyên me derpêş kirin, ji bo veguherîna kurdan a li bajaran, tenê ne bûyerên qewimandî ne, êdî her yek diyarde û zemîna êşa zimanê kurdî ye ku her roj pê dihele û difetise.

Eger ji ber jiyana aborî, eger ji ber zext û zorê û ji nişkê ve êdî jiyaneke kurdan a li bajaran heye. Îro hejmara mirovên li bajaran ji yên li gundan pir zêdetir e. Êdî rastiyeke me ye ku em nikarin jê birevin. Vê yekê pirsgirêk û xetereyên li pêş ziman jî bi xwe re anîne. Tiştên ku di çand û jiyana rojane de derketine pêş di heman demê de bûne êşa zimanê kurdî.

Bajar, kurdan di her warî de diguherîne. Xerîbî û biyanîtî kurdan di nav xwe de dihelîne, dihêrîne. Tenê şertên asayî derbas nabin, şîdet, mecburiyeta qanûnî, piçûkxistin û şîdeta spî bi hev re li ser kurdan tên qewimandin. Li hember vê spartinê kurd li bajêr tazî ne, bê parastin in. Pêciriya (qabiliyet) wan a bibe berginda (muqabil) rewşa nû nîn e. Bêparastinî lê ferz dike ku ew li gorî şert û mercên nû biguherin. Eger li bajaran serwerî di destê kurdan de bûya wê dîsa biguheriya. Lê belê wê li ser koka çand û daneheva xwe biguheriya. Lihevekirina xwînî nediqewimî. Çand û ziman wê li gorî pêdiviyên nû biguheriya. Lê serdestiya biyanî tenê dirûvê jiyanê na, ruhê jiyanê, kesayet û qerekterê jiyanê jî diguherîne.

Erê ev zemîn e ku rebenê zimanê kurdî tê de avjeniyê dike. Ya rast her roj, her deqe, her saniye ber bi quncikê tarî ve tê ajotin, dor lê teng dibe, destekî qetrehm qirikê diguvêşe.

Zimanê bajaran ê bingehîn zimanê nivîskî ye. Zimanê bajaran zimanê biyanî ye û yê dewleta serdest e. Zimanê fermî, yê bazarê, yê dibistanan, yê ragihandinê zimanê biyanî ye. Têkiliyên pê çêdibin dirûvekî nû dide jiyana kurdan û zimanê kurdî pasîvîze dike, her roj dorpêç û bê nefes dihêle. Tenê qadên axaftinê teng nake her wiha kîmyaya zimanê kurdî jî xira dike. Mêjî û psîkolojiyeke li gorî tirkî her diçe bandora xwe zêde dike. Rewşa tê behskirin nemaze di qada perweredeya rêxistinkirî yanî dibistanan de li pêş e. Perwerde mêjiyekî tirkî diafirîne, ziman û çanda kurdî pêşî pasîvîze dike, paşê pê der pê pûç dike. Dema xwendekar li kurdî vedigere li gorî hevoksaziya tirkî bi zimanekî hîbrît-melez diaxive. Di dewsa peyvên kurdî de peyvên tirkî bi cih dike. Ji ber ku êdî ji kurdî dûr ketiye, kurdî jê re xerîb tê. Çawa ku çil-pêncî sal berê di gundan de dihate serê tirkî niha di bajaran de tê serê kurdî. Ji ber ku seranserê demê rewş wiha diqulibe zarok û ciwanên kurd, êdî kurdî ji bîr dikin, dibin xerîbê zimanê xwe. Pê re dibêje, ‘ez fêm dikim lê nikarim biaxivim.’ Ev rastî xetereyeke mezin e ku li ber pêşeroja zimanê me ye: nifşên nû ji kurdî dûr dikevin û naaxivin.

Ev zemîna ku me diyar kir piştperde û zemîna madî yê êş û xetereya zimanê kurdî ye. Li ser vê zemînê gelek hêma hene ku êşa zimên kûr dikin… (didome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê